HAK-ÎŞ gefê li kedkaran dixwe

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, Sendîkaya Hîzmet-Îş a ser bi HAK-Îşê zexta îstifayê li xebatkaran dike.

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji sala 2016'an û vir ve ku qeyûm lê hate danîn, 650 kedkar hatin tasfiyekirin, ji bo tasfiyekirina kedkarên mayî jî hewl tê dayin. Sendîkaya AKP'yî ya bi navê HAK-ÎŞ serkêşiyê ji vê tasfiyekariyê re dike. Sendîkaya HAK-ÎŞ'ê gefê li her kesî dike yên ku ne endamên wê ne û li cihê vala dibin jî kesên ku aliyê Serokatiya Bajêr a AKP'ê ve hatine diyarkirin, bi cih dike.

Kiryarên bêhiqûqî piştî ku AKP di hilbijartinê de bi ser ket, zêdetir bûn. Şandina karmendan ji saziyên cuda re, bicihkirina kedkaran li karên dûrî mala xwe ji wan kiryaran e ku gelekî tên kirin. Sendîkaya Hîzmet-Îş a AKP'yî guhertinên wezîfeyê yên dema şaredariya HDP'î jî weke hincet nîşan dabû û daxuyaniyên mîna 'Qeyûm li şaredariyê bi cih bikin' dida. Kedkarên ku li dijî bêhiqûqiyê dixwazin biçin dadgehê, bi gotina 'Em ê te ji kar derxînin' gef lê tê xwarin. Piştî 28'ê Gulanê gelek kedkar bi hinceta HDP'î ne ji karên li navçeyan û dûrî wan hatin şandin.

ZEXTÊ LI WAN DIKIN KU JI DÎSK'Ê ÎSTIFA BIKIN

Qeyûm û rêveberên sendîkayê yên alîgirê wan zext zêde kirine, di nava sala dawî de cihê wezîfeyê yê kedkaran 7 caran guhertin. Qeyûmê li şaredariyê û sendîkaya alîgirên wan, bi mobîngê û îstifakirinê, yan jî bi şandina li saziyên cuda dixwazin kedkaran tasfiye bikin. Sendîkaya Hak-Îş'ê ku Fatîh Akdenîz serokê wê ye, zexteke giran li ser endamên DÎSK'ê û Sendîkaya Genel Îşê dike. Bi gotina 'Ji DÎSK'ê îstifa bikin, bibin endamên sendîkaya me' zextê li kedkaran dike. Li gorî agahiyên kedkarekî DÎSK'ê parve kir, HAK-ÎŞ'ê ferman daye amîrên alîgirê xwe yên li şaredariyê û ji wan re gotiye, 'Nehêlin bêhn bê ber dan, bikin ku îstifa bikin'. Zextên ku sala dawî dihate kirin piştî hilbijartinê hatin zêdekirin.