Gunay: HDP’ê wê mîna aşûtê mezin bibe; hûn ê nikaribin vê bisekinînin!
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay got, “HDP’ê mîna aşûtê mezin dibe. Hûn ê nikaribin vî gelî bidin rawestandin.” Gunay ji bo mitînga 15’ê Çileyê bang li gel kir.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay got, “HDP’ê mîna aşûtê mezin dibe. Hûn ê nikaribin vî gelî bidin rawestandin.” Gunay ji bo mitînga 15’ê Çileyê bang li gel kir.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay 10'ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin pîroz kir û got, "Baş e çapemeniya azad heye û baş e ku rojnamevanên rastiyan derdixînin holê hene."
Gunay bal kişand ser geşedanên di doza girtina HDP'ê de û got, "Di rojeva Tirkiyeyê ya di nava çend rojên dawî de binpêkirinên qanûn ên ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ku bi awayekî sîstematik tê kirin. Mexdûriyeta herî mezin ê di vê mijarê de dijî partiya me ye. Tevahiya pêvajoya dosyaya girtinê ji roja destpêkê heta niha bi bêhiqûqî û binpêkirina Destûra Bingehîn hatiye meşandin. Herî dawî jî bloqekirina hesaban û parastina devkî ya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind careke din çav li binpêkirina hiqûqê ya AKP'ê vekir. Parêzerên rêzdar ên Tirkiyeyê û me jî diyar kir ku bloqekirina hesabên me û biryara têkildarî doza girtinê ne hiqûqî ye. Hiqûqnasên resen ên vî welatî bi taybetî jî raya giştî baş dizanin ku mesele ne hiqûqî ye, mijareke siyasî ye.”
‘BI FERMANA QESRÊ RE HAT BLOQEKIRIN’
Gunay anî ziman ku, hesabên partiya ku alîkariya xezîneyê wergirtiye bi biryara Qesrê hatiye bloqekirin û wiha axivî:
“Ev biryar biryarek e ku di salonên tarî yên Qesrê de hatiye girtin. Jixwe zimanê daxwaznameya Serdozgerê Dadgeha Bilind jî yekane delîla vê ye. Min daxwaznameya dozger ji serî heta dawiyê xwend. Di jiyana xwe ya pîşeyî de min bi hezaran daxwazname dîtin, lê min qet tiştekî bi vî rengî nedît. Daxwazname ne di çerçoveya qanûnê de hatiye amadekirin, mîna ku her kesî metna civîna komê ya hevparên desthilatdariyê xwendiye wisa tê fêmkirin.
Li gel ku hêj dosyaya girtina partiyê bi dawî nebûye, dozgerê ku di vê dozê de wezîfedarê Qesrê ye, piştî nêrîna devkî daxuyanî dide çapemeniyê. Li ku derê hatiye dîtin ku dozgerek ji çapemeniyê re daxuyanî dide. Wisa diaxive ku hûn dibêjin qey ne dozger e, berdevkê desthilatdariyê Devlet Bahçelî ye ku di her firsendê de HDP'ê dike hedef. Wê rojê Devlet Bahçelî li wir axivî. Dozger bi awayekî eşkere alîgir e, ferman girtiye, erka xwe bi awayek xirab îstîsmar kiriye. Ew qas ji zanîna hiqûqî bêpar e ku nikare wezîfeya xwe bike. Pêşniyaza min jê re ew e ku ji nû ve xwe li fakûlteyê hiqûqê qeyd bike û dîsa fêrî hiqûqê bibe. Ev biryar ji bilî şanoyeke xerab ne tiştekî din e ku beriya hilbijartinê HDP'ê di nava şert û mercên nebaş de bixe hilbijartinê.
‘DIXWAZIN TOLÊ HILÎNIN’
Di îdîanameya dozger de em jinûve dubarekirina serketina HDP'ê ya hilbijartinê ya 7 'ê Hezîranê dibînin. Di vê îdîanameyê de em înkarkirina mafê temsîliyetê yê gel dibînin. Em di vê îdianameyê de dibînin ku naxwazin Kurd, Elewî, mûxalîf û bi kurtasî yên din, nûnerên wan di meclise de hebe. Naxwazin gel di rêveberiyê de xwedî gotin be.
Ji ber ku HDP’ê li vî welatî partiya aştî, hêvî û edaletê ye, ji bo kesên bi wêrekî rastiyê tînin ziman, mafên wekhev û parvekirina wekhev diparêzin. Bloqekirina hesabê Partiya me ne meseleyeke madî ye. Daxwaza sekinandina statuya welatîbûnê ya gelê me û dengdêrên deng dane me ye. Ev yek bi awayekî vekirî astengkirina biryar, tercîh û nêrînên siyasî yên hilbijêrên HDP'ê ye.
'RAWESTANDINA ME NE HÊSAN E!'
Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li pêşiya me bend hebûn; em ew bend anî xwarê. Niha hûn ê bi girtin û cezayên aborî me rawestînin? Rawestandina gelan ne hêsan e, vê yekê bizanin. Li gorî we HDP’ê tenê avahî ye, hûn difikirin ku siyaseta HDP’ê bi meclîsê ve sînordar e? Em bi derbaskirina bendan hatine van rojan û têkoşîna ku bi vejîna xwe û xwe mezin bike bi van qedexeyan kêm nabe. Em tevgera gel in, em bi hêza gel hene û em ê her hebin, bila kes vê ji bîr neke. Hûn ê bi miftekirina deriyên HDP’ê gel û daxwaza aştiyê ya gel rawestînin? Ma we qet dîrok nexwendiye? Li paşerojê binêrin, kîjan tevgera siyasî ya bê hêza gel maye? Li HDP’ê û kevneşopiyên me yên berê binêrin. Ji HEP’ê heta roja me ya îro têkoşîn dewam dike.
‘EM Ê HER MEZIN BIBIN’
Yên ku hewl didin HDP’ê bigirin bila vê yekê baş bizanin; tu astengiyan nekarî vê kevneşopiya siyasî biçûk bikin. Berovajî vê, mîna aşûtê roj bi roj mezintir kir. Me çawa ku tarîtî bi çirûskekê ji holê rakiribe û ev çirûsk bi salan piştre di destê milyonan de veguherî be çiraxê; em jî bi mîras û bi cesareta rabûrdiya xwe û hêza gel roj bi roj mezintir dibin. Tifaqa AKP-MHP’ê ji bo ku muxalefetê bêdeng bike ji ewil êrişî HDP’ê dike. Lê mixabin Maseya Şeşkesî ku dixwaze bibe îktîdar ji vê berpirsyariya dîrokî pir dûr e.
BANGA LI MÛXALEFETÊ HAT KIRIN
Pêvajoya hilbijartinê ya pêşiya me wê di nava şertên pir bêedalet de derbas bibe. Li rexekî Tifaqa Komar a ku bi saya bacên me hemû derfetên dewletê bi kar tîne, li rexa din jî partiyên muxaletê ku rastî her cureyên zext û astengkirina tên hene. Lewma em dîsa bang li partiyên muxalefetê dikin ku qet nebe ji bo ‘ewlehiya hilbijartinê’ û li dijî manîpulasyonan em bên ba hev û ji bo ku hilbijêrên me biçin ser sindoqê û dengê xwe di nava aramiyê de bidin hevkariyê bikin. Avakirina platforma ewlehiyê ya hilbijartinê em girîng dibînin. Hêvîdar im muxalefet bersiveke aqilane bide vê pêşniyaza me.
Me daxwaza hevdîtinê ya ji bo teklîfa guhertina makeqanûnê ya AKP’ê red kir û ev mijar hêjta tê nîqaşkirin. Hevrêyên me di vê mijarê de daxuyaniyên berfireh dan û sedema wê vegotin. Lê ez dîsa bibêjim; li cihekî ku azadî ewqas hatine bisînorkirin, rewş roj bi roj xerabtir dibe û destkeftiyên demokratîk ewqas tên tunekirin de teklîfa têkildarî laçikê ji bo çareserkirina pirsgirêkên azadî û demokrasiyê pir dûr e. AKP’ê ev teklîf ji bo hilbijartinê anî, civakê ji hev dike û dixwaze li ser vê yekê di hilbijartinê de bi ser bikeve. Weke ku tevahiya raya giştî pê dizane li holê tu nîqaş li ser laçik û saziya malbatê nînin. AKP’ê hewl da bi van mijaran lîstikê bikişîne qada xwe. Sedema duyemîn jî; desthilatdarî û şirîkê wê yê biçûk rasterast destwerdanê li darazê dikin û di encamê de Doza Kompasê ya Kobanê hate vekirin. Di vê dozê de bêhiqûqiyê dikin, dixwazin bikin delîla girtina partiya me û ji bo vê jî lez dikin. Herî dawî jî hesabên alîkariya xizîneyê yên partiya me hatin bloqekirin. Vê yekê kir ku em jî biryareke bi vî rengî bidin. Me nexwest xizmetê ji ‘lîstika demokrasiyê’ ya AKP’ê re bikin. Em tev li lîstikên wan nabin. Divê her kes bi vê bizane.
VEXWENDINA MITÎNGA 15’Ê ÇILEYÊ
Em, nûner û berdewamiya kevneşopiya têkoşîna sed salî ya bindestan in. Tevî her cureyên zextê jî em ê vê mîrasê û têkoşînê xurtir bikin. Em ê mafên bindestên vê xakê, xizanan, jinan, ciwanan û gelên wê biparêzin. Dê Tifaqa Ked û Azadiyê ku nûnertiya yekitiya gelan dike roj bi roj mezintir bibe û rêya xwe bidomîne. Tifaqa Ked û Azadiyê ne tenê tifaqa hilbijartinê ye. Baş pê dizane ku azadî, demokrasî, wekhevî û edalet bi têkoşîna li kolanan pêkan e. Bi vê zanebûnê rêya xwe didomîne. Tam di vê çarçoveyê de; em li dijî xizanî, zext, kedxwarî, tecrîd û pişaftinê di 15’ê Çileyê de li Qada Kartal a Stenbolê mitîngê li dar bixin û bersiva herî xurt bidin. Em ne mehkûmî restorasyonvanan û ne jî yekzilamiyan e. Rêya me rêya azadî, wekhevî û kedê ye. Bi vê wê wesîleyê ez careke din bang li her kesî dikim ku di 15’ê Çileyê de li dijî faşîzma li me tê ferzkirin, li dijî xizanî, bêkarî û kedxwariyê werin qada Kartalê.”