Gunay: Divê em li dijî tecrîda Îmraliyê hîn bêhtir têbikoşin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay wiha got: "Şert û mercên Abdullah Ocalan, şert û mercên me hemûyan e. Dem dema bi têkoşînên hîn mezintir deng derxistinê ye."
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay wiha got: "Şert û mercên Abdullah Ocalan, şert û mercên me hemûyan e. Dem dema bi têkoşînên hîn mezintir deng derxistinê ye."
OHD’ê bi tevlêbûna Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê, Forûma Tecrîda Navneteweyî li dar xist. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Serhat Eren, Hevberdevka Komîsyona Têkîliyên Derve Feleknas Ûca, bi parlamanter û rêvebirên xwe re û gelek kesên din, tevlî forûmê bûn.
Gunay di forûmê de axivî û wiha got:
“Destpêkê ez dibêjim dayikên nobeta edaletê û Dayikên Aştiyê yên tevî şîdeta dewletê jî li ber xwe didin, hûn bi xêr hatin. Ji bo hevalên me yên ji welatên cuda yên Ewropayê hatine û hiqûqnasan jî car din dibêjim, hûn bi xêr hatin.
Em Kurd baş dizanin ku şer û tecrîd ji hev cuda nîn in. Me di jiyana xwe de ev tecrube jiya. Me dît ku ji destpêka tecrîdê û vir ve, faşîzma AKP’ê çawa ku di şer de israr dike, bi polîtîkayên xwe yên şer kîmyewiyê bi kar tîne û komkujiyan dike, gefa girtinê li hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê dixwe. Ev di rastiyê de pênaseya pirsgirêka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ye. Em li gel tecrîdê qala pirsgirêka hiqûqê, mafên hatine binpêkirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dikin, lê di heman demê de qala pirsgirêkek siyasî jî dikin. Ji ber van sedeman em bi rastiyekê re rû bi rû ne ku hemû xebatên me yên li dijî tecrîdê tên tecrîdkirin. Dema em derdikevin kolalanan, bi dorpêş û şîdetan re rû bi rû dimînin. Aha ev encama polîtîkayên tecrîdê ye. Lê em qet ji têkoşîna xwe paşde neman.
‘ŞERT Û MERCÊN ABDULLAH OCALAN, ŞERT Û MERCÊN ME HEMÛYAN E’
Birêz Ocalan şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên ku di hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re anî ziman, şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên hemû gelên li Rojhilata Navîn û hêzên li Tirkiyeyê ne. Lewma ji ber têkoşîna li dijî şer û ji ber xwedî derketina li azadiya xwe, em bi biryarin ku li dijî polîtîkayên tecrîdê bisekinin û li dijî tecrîdê azadiyê bi rêve bibin.
Li Tirkiyeyê cihê ku bêhiqûqî lê destpê kirî, Îmralî ye. Hemû bêhiqûqî û tiştên keyfî, li Îmraliyê tên ceribandin. Divê em li dijî vê yekê têkoşîna xwe bi hêz bikin. Îro me li vir pêngavek mezin avêt. Ji bo ku tecrîd were tecrîdkirin, em forûm li dar dixin. Me starta vê da. Lê ev têrê nake, êdî dem dema bi têkoşînên hîn mezintir deng derxistinê ye. Em spasiya OHD’ê dikin ku ev forûm li dar xist. Tecrîd wê bin bikeve û azadî yan wê were vê xakê, yan wê were.”