Gunay: Di bin her şert û mercî de em ê bimeşin Îmraliyê

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Di bin her şert û mercî de em ê bimeşin Îmraliyê. Ji bo li ser siberoja welat gotineke me hebe, em we vedixwînin meşa me.”

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku bêyî şikandina tecrîdê wê gel aram nebe û banga tevlîbûna meşa 6'ê Sibatê ya bi dirûşma "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" kir.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di axaftina Gunay de ev tişt derketin pêş

MEŞA BER BI ÎMRALIYÊ

Gunay bal kişand ser meşa ku wê di 6'ê Sibatê de li Geverê ya Colemêrgê û li Qoserê ya Mêrdînê bi dirûşma "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" bê lidarxistin û got "Bêguman sedemên sereke yên krîza li Tirkiyeyê tecrîd û polîtîkayên şer in. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bi taybetî li Girava Îmraliyê, nêzîkatiya li doza Kurdan e. Hikumet bi hemû derfetên xwe di polîtîkayên tecrîdê de israr dike.Em hemû jî dizanin ku welat êdî bi tecrîdê, bi desteserkirin û astengkirina mafên herî bingehîn ên qanûnî tê birêvebirin. Ji ber vê yekê em li dijî tecrîdê azadiyê, li dijî şer aştiyê diparêzin. Em ê di parastina azadî û aştiyê de israr bikin.”

Di vê çarçoveyê de Koma me ya Meclîsê li ber Wezareta Edaletê dest bi Nobeda Edaletê kir. Ev nobet îro kete meha duyemîn. Partiya me jî tê de komeke demokratîk gotin ‘Em ji bo çareseriyê dimeşin’ Îmraliyê û di 6’ê Sibatê de em ê ji Qoser û Geverê dest bi meşa xwe bikin. Tevî heyetên di van meşan de, wê li bajaran civînên gel, panel û daxuyaniyên girseyî bên dayîn. Wê li her qadê were diyarkirin heta tecrîd neyê şikandin, wê gel nikaribe pişta xwe rast bike. Em ê bibêjin ‘Ji bo çareseriyê em dimeşin’ Îmraliyê. Ji ber ku em baş bi vî tiştî dizanin rêzdar Ocalan ji bo gelan aktorekî girîng e. Kesên di çaresernekirinê de israr dikin di heman demê de di polîtîkayên tecrîdê de jî israr dikin, kesên di polîtîkayên şer de israr dikin di tecrîdê de jî israr dikin. Em ê li hemberî van tiştan di her şert û mercî de ji bo çareseriyê bimeşin Îmraliyê. Ez careke din ji bo tevlêbûna meşê bang dikim.”

Gunay di axaftina xwe de bal kişand ser Rêya Sêyemîn û got “Ji ber vê yekê em ji bo hemû pirsgirêkên kûr ên Tirkiyeyê çareseriyên herî bingehîn pêşkêş dikin. Projeyên me û îradeya me ya pêkanîna vê heye. Em bang li her kesê ku bi rastî guhertin û azadiyê dixwaze dikin ku, li dora Tifaqa Ked û Azadiyê û siyaseta Rêya Sêyemîn kom bibin.”

Gunay herî dawîn bal kişand ser girîngiya Konferansa Komara Demokratîk a ku wê di 4-5’ê Sibatê li Stenbolê bê lidarxistin û got, “Em ne tenê bi siyaset û tifaqên xwe berxwedan û têkoşînê mezin dikin, di heman demê de gav bi gav siberojê jî ava dikin. Em di 4-5’ê Sibatê de li Stenbolê Konferansa Komara Demokratîk li dar dixin.”