Gunay: Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn nikare me têk bibe, hêrsa me zêde dike

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay bertek nîşanî biryara bloke kirina alîkariya xezîneyê ya HDP’ê da û got: "Dadgeha Destûra Bingehîn bû amûra xebatên hilbijartinê yên desthilatdariyê. Ev biryar me bêzar nake, hêrsa me zêde dike."

Berdevka Partiya HDP'ê Ebru Gunay di navbera civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya ku berdewam dike de, der barê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a têkîldarê alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP'ê de daxuyanî da. Gunay di civîna çapemeniyê ya ku li avahiya bajarê Stenbolê ya partiya xwe hat lidarxistin de ev tişt gotin:

"Weke hemû raya giştî, me jî guh da biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, ku ev biryar neqanûnî û bi mebestên siyasî ye. Ji roja ku girtina partiya me, anîne rojevê ji ser çapemeniyê operasyonekê dikin. Em hemû agahî û kitekitên li ser doza girtinê ya li Dadgeha Makeqanûnê ji çapemeniyê hîn dibin. Wekî operasyonên dawî yên siyasî, ferzkirin û zextan em îro jî ji capemeniyê hîn bûn ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryar daye ku hesabên partiya 3’yemîn a herî mezin a Tirkiyeyê ku alîkariya xezîneyê werdigire asteng kiriye.

'BIRYAREK SIYASÎ YE'

Derbarê vê daxwazê de heta niha ti biryar ji me re nehatiye ragihandin. Îro ti daxuyanî û biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a fermî nîne. Em bi kampanyayek reşkirinê re rû bi rû ne. Îro Dadgeha Destûra Bingehîn biryarek bi tevahî siyasî û şermokî ku bê prensîbên hiqûqî yên gerdûnî ye, îmze kir. Îro derbeke din li siyaseta demokratîk hat xistin. Avhewaya ji aliyê hikûmeteke bi dijminatiya li siyaseta demokratîk ve hatiye afirandin, sedema vê biryarê ye. Ev biryara ku ji berê ve bûye lekeyeke reş li ser dîroka dadgehê, hêrsa gel a li dijî desthilatdariyê tûj kiriye û bawerî û biryardariya wan hê bêhtir mezin kiriye. Bila gumana kesî nebe; Di dawiya îro de em ê bi ser bikevin û di dawiya îro de yê bi ser bikeve wê gelên Tirkiyeyê bin. Piştî serlêdana berê ya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ya ji bo astengkirina hesabê partiya me hat redkirin, Dadgeha Destûra Bingehîn a ku beriya niha du caran red kir, vê carê jî li hemberî zextên siyasî li ber xwe neda, wêneyê şermê li dîroka dadgehê zêde kir û biryara blokekirina hesabên partiya 3’yemîn a herî mezin a Tirkiyeyê da.

Prensîbên qanûnî yên ku diviyabû Dadgeha Destûra Bingehîn bi cih bianiya jî hatin binpêkirin. Ev biryar bê meşrûiyet e, ravekirina wê nîne. Ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve hatiye şermezarkirin, biryareke ku nayê qebûlkirin e. Diviyabû Dadgeha Destûra Bingehîn bêyî ku tu gav bavêje daxwazeke wiha neqanûnî red bikira. Hemû raya giştî ya Tirkiyeyê baş dizane ku di van çend mehên dawî de zexteke siyasî ya gelekî cidî ji bo avakirina pêvajoyeke ferasetê li dijî partiya me hatiye afirandin. Dadgeha Destûra Bingehîn li gorî van zextên siyasî biryar da. Îro Dadgeha Destûra Bingehîn bûye amûra xebatên hilbijartinê yên desthilatdariyê.

'EV BIRYAR TENÊ WÊ HÊRSA ME ZÊDE BIKE'

Ev biryar di wijdanê bi milyonan de betal e. Xezîneya me ya herî mezin hêviya gelê me yê guhertinê ye, îrade û baweriya di dilê wan de ye. Ev biryar wê me netirsîne, berovajî wê hêrsa me ya li dijî faşîzmê mezintir bike. Niha em bêtir dilsoz û biryardar in, em bêtir têkoşer in. Niha em ji siberojê hêvîdar in, ji ber ku em mezintir dibin. Em ê teqez azadî û demokrasiyê bînin van xakan. Em ê teqez li vê xakê bi ser bikevin. Gelên Tirkiyeyê wê bi ser bikevin. Desthilatdarî û zilma wê ya faşîst bêguman wê winda bike.

Li vir em careke din dibêjin; HDP hêviya gelên Tirkiyeyê ye, siberoja gelên Tirkiyeyê ye. Ti zext û hêz nikare me bitirsîne. Em ê teqez bi ser bikevin û biguherin. Bila gelê me, dost û dijmin vê bizane. HDP; Partiya ku wê li Tirkiyeyê siberojeke demokratîk ava bike, teqez jî wê bîne Tirkiyeyê. Partiyeke ku teqez wê faşîzmê winda bike ye."