Gulanê çar kolber hatin kuştin, 13 birîndar bûne
Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ragihand, hêzên Îranê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê bi kêmanî 4 kolber kuştine û 13 jê birîndar kirine.
Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ragihand, hêzên Îranê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê bi kêmanî 4 kolber kuştine û 13 jê birîndar kirine.
Hengaw, ku bi xebatên xwe yên li ser binpêkirina mafê mirovan tê naskirin bîlançoya li ser sînor a meha Gulanê ya li dijî kolberan aşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin hêzên Îranê di 14 rûdanan de li kolberan reşandine û di van rûdanan de 3 kolber kuştine, 11 jê birîndar kirine.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin kolberek ji ber teqîna mayinan miriye û yek jê aşît bi ser de ketiye û wiha miriye.
Saziyê her wiha ragihand kolberek jê rasterast bûye hedefa leşkerê Tirk û birîndar bûye.