Serokomarê Tirk Abdullah Gul der barê balafirta şer a tirk ku li aliyê Suriyeyê ve hate xistin de daxuyanî da û wiha got: “Dema mirov lezgîniya balafirên jet a li ser behrê bifikirin, derketin û têketina mesafeya wa ya sînoran hinek rutîne. Piştî ku her tişt derket holê, çi hewce dê bê kirin.”
Roja înê piştî nîvro balafira şer ya ku ji Meletiyê rabû li ser avên Suriyeyê hate xistin û piştî ku ket hikûmeta tirk daxuyaniyên hayxwe dide.
Tirkiyeya ku piştÎ bûyerê li Suriyê di adara 2011’an de despêkirin daxuyaniyên hişk didan, bi awayekî fermî qebûlkir ku balafir ji aliyê Suriyeyê ve hatiye xistin. Lê balkêş e ku tansiyana qet bilind nabe.
Serokmar Gul dema diçû civîna brîngê ya şaredarê mezin ya Qeyseriyê Mehmet Ozhasekîn kul i perava benda Yamula dihat kirin pirsên rojnamegeran bersivand.
Gul wiha got: “Diyar e ku balafir ketiye. Me xwest her tişt zelal bibe. Ji ber vê me zûtir ev daxuyanî neda. Ji ber ku tiştên wisa encamên wê pirin. piştÎ ku tespîta ketina balafirê hate kirin, çi hewcebe dê bêkirin. Dema mirov lezgîniya balafirên jet a li ser behrê bifikirin, derketin û têketina wan mesafeya kin ya sînoran hinek rutîne. Li Egeyê, Deryaya Reş ev rutîne. Niyetek ne baş tune, ji ber lezginiya balafiran diqewimin. Em difikirin gelo wisa bû. ev dê derbikevin holê. Encamên vê gelek girann. Divê pir zû hin gotin neyên gotin. Piştî ku her tişt derket holê çi hewcebe dê bê kirin.”
Li pirsa bi Suriyeyê re temas hene an na jî Gul diyar kir ku bi telefonê hevdîtin hene û wiha got: “Ji bo ku ewlehî li wir tun eme nûnerên xwe ji Suriyeyê kişandin. Ev jî nayê wateyaku tu temas nîne.”
Gul got ku lêgerîna pîlotan didome û dema dibe şev jî di behrê de lêgerîn didimon û wiha got: “Parçeyên balafrinê hatin dîtin. Me ew tespîtkirin. Bi roj hem li behrê û hem jî li bejahiyê lêgerÎn didomin. Înşalah dê pîlotên me bi saxî bên dîtin.”