'Guh nedin amûrên şerê taybet û atmosfera desthilatdariyê'

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir anî ziman ku ew neserketina di hilbijartinê de qebûl dikin, lê belê têk neçûne û divê kes guh nede desthilatdariyê û amûrên şerê taybet.

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku beriya her tiştî divê sekna gelê Kurd weke rabûna li ber Erdogan û rejîmê bê fêhmkirin. Bayindir bal kişand ser bandora pirsgirêkên bingehîn ên taloqkirî li ser encamên hilbijartinê û got, "Divê mirov vê radestiyê bi taybetî destnîşan bikin; tevî ku hemû derfetên dewletê hatin seferberkirin jî gelê Kurd faşîzma AKP-MHP'ê sekinan û rejîma Erdogan nepejirand. Lewma şaş e ku encamên hilbijartinê weke têkçûnekê bê dîtin. Li holê rewşeke neserketî heye, lê belê têkçûn nîne. Divê destûr neyê dayin ku atmosfera ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye afirandin moral û motîvasyona me têk bibe. Pêwîste em sekna gelê Kurd baş tespît bikin. Encamên siyasî û civakî yên vê yekê wê di rojên bê de li ser bingeha têkoşîna li dijî faşîzmê bêne diyarkirin."

NABE KU ENCAM REWA BÊ DÎTIN

Bayindir anî ziman ku li dijî sosyolojiyeke rêxistinbûyî ya ku faşîzma AKP-MHP'ê bi salên dûr û dirêj afirand, diviyabû siyaseta Kurdistanê bihata mezinkirin, lê belê ji ber gelek gavên şaş wan nekarîn vê bikin û got, tevî ku wan zanîbûn dûrketina ji pîvana civakîbûnê ya siyasetê, parlamenterîzma navendî û çînbûyîna navîn xefik e, nekarîn vê yekê ji holê rakin. Bayindir bi bîr xist ku çavkaniya herî berxwedêr a li dijî faşîzmê HDP û îradeya wê ye, lê bi dozên kûmpas û girtinê xwestin wê beralî bikin û destnîşan kir ku li gel van hemû zextan jî ne teslîm bû, ne jî gel bêalternatîf hate hiştin. Bayindir işaret bi şert û mercên giran ên faşîzmê û hîleyan kir û got, "Dewletê îradeya li Kurdistanê hate nîşandan dizî ye. Ji ber vê yekê divê encamên hilbijartinê rewa neyê dîtin."

TIFAQÊN HILBIJARTINÊ NÎNIN

Bayindir bi bîr xist ku HDP partiyeke tifaqê ye û ragihand ku Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Demokrasî û Azadiyê ya Kurd tifaqên hilbijartinê nîne. Bayindir got, "Dînamoyê bingehîn ê stratejiya me ya rêya 3'yemîn berfirehkirina tifaqa demokrasiyê ye. Armanca bingehîn a partiya me ye ku bi hemû dînamîkên civakê re tifaqê ava bike. Me xwest ku hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê tifaqên xwe berfireh bikin û sînerjiyekê biafirînin. Ev tifaqên ku beriya hilbijartinê hatin avakirin di heman demê de divê weke têkoşîneke civakî û tifaqên yekîtiya neteweyî bêne dîtin. Me bi çavê tifaqeke hilbijartinê li Tifaqa Ked û Azadiyê nenihêrî. Nêrîna me ya li siyaseta tifaqê rast e, lê belê di pêvajoya hilbijartinê de hin şaşitiyên me yên taktîkî çêbûn. Em bi yek lîsteyê beşdar nebûn jî ji me hebû ku tifaq wê sînerjiyekê biafirîne, lê nebû. Siyaseta tifaqê di pratîkê de baş bi cih nehate anîn, krîzên rû dan bi têrkerî nehatin çareserkirin. Dema ku encamên hilbijartinê neserketî bû, amûrên şerê taybet ev yek kir firsend û dest bi gotinên welê kir ku ruhê tifaqê neyînî nîşan da. Em wan şîroveyan red dikin ku li ser encamên hilbijartinê siyaseta me ya tifaqê bi temamî şaş pênase dikin. Em ê di dema bê de siyaseta xwe ya tifaqê li ser bingeha civakî mezin bikin."

PÊŞENGÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ

Bayindir got, "Em endamên tevgereke welê ne ku dema dikeve, hîn bi xurtî radibe ser xwe" û diyar kir ku ew rê nadin bêhêvîbûnê, wê têkoşîna xwe dewam bikin. Bayindir got, "Em ketin nava serdemeke nû. Faşîzm wê hewl bide xwe nû bike û serwer bike. Dixwaze me û bi temamî muxalefetê bixe nava krîzekê û bi vî rengî hilbijartinên herêmî pêk bîne. Hesta bingehîn a ji bo vê yekê dixwaze biafirîne jî psîkolojiya têkçûnê ye. Halbûkî encamên hilbijartinê têkçûn nîne. Dibe ku hin şaşitiyên taktîkî hatibin kirin, lê belê paradîgmaya me, têkoşîna me, berxwedana me hîn jî dewam dikin, rêya me ronî dikin. Cih ji bêhêvîbûnê re nîne. Eger em li ser bingeheke rast tevlî pêvajoya rexnekirin û rexnedayinê bibin em ê hîn bi xurtî rabin ser xwe. Mîna doh îro jî wê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê pêşengiyê ji têkoşîna li dijî faşîzmê ya li Tirkiyeyê re bikin. Mifteya têkoşîna demokratîk di destê gelê Kurd de ye. Em ê bi baweriyeke mezin civakê biparêzin. Serketina mezin di destê me de ye."