Greva birçîbûnê ya girtiyên jin di roja 14'an de ye
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Jinan a Şakranê ku li dijî binpêkirina mafên mirovan destpê kir, di roja 14'an de ye.
Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Jinan a Şakranê ku li dijî binpêkirina mafên mirovan destpê kir, di roja 14'an de ye.
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê, li dijî zexta serjimartina li ser piyan, kûrkirina şert û mercên tecrîdê, astengiya li pêşiya wergirtina pirtûkan û destûrnedana derketina hewşê, girtê ji 2'ê Çileyê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Grev 10 rojan carekê bi dorvegerî pêk tê.
Endamê Şaxê Îzmîrê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Serhat Arli 13'ê Çileyê serdana girtîgehê kir û diyar kir ku tecrîdeke giran li girtîgehan heye. Arli ragihand ku mafên herî bingehîn ên girtiyan têne astengkirin.