Greva birçîbûnê ya ESP û SGDF’ê bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan a endamên ESP û SGDF’ê bi dawî bû. Çalakvanan li dijî êşkenceyên girtîgehan, bang li her kesê kir ku bibin dengê girtiyan.

Partiya Sosyalîst a Kesên Çewisandî (ESP) û Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êşkenceyên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kiribûn. Çalakvanan çalakiya xwe bi dawî kirin.

Di roja dawîn a çalakiyê de Dayikên Aştiyê, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Mûrat Çepnî, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes li Şanoya Ciwanan a li Parka Çandê amade bûn.

‘GREVA BIRÇÎBÛNÊ WESÎLEYA RÊYEK NÛ YE’

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî li vir axivî, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya ESP’ê bangawaziyek e û got ku divê hemû gel ji van bangan re bibin bersivek bi hêz. Çepnî wiha got: “Ji vir û şûnde jî wê têkoşîna me ya li dijî tecrîdê bidome. Ev çalakiya greva birçîbûnê, wesîleya rêyek nû ye. Ez berxwedana li vir, silav dikim.”

‘EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN’

Hevserokê ESP’ê yê Bajêr Bîrkan Polat jî axivî. Polat bi bîr xist ku ev bi salan e li girtîgehan maf tên binpêkirin û got: “Em weke ESP ji bo hem bibin dengê girtiyan û hem jî ji bo piştevaniyê, em ketin çalakiya greva birçîbûnê. Em spasiya her kesê ku di vê pêvajoyê de piştirî dane me, dikin. Em bang li hemû rewşenbîr, rêxistinên mafên mirovan û hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî êşkenceyên li girtîgehan, bibin dengê girtiyan. Encex eger em bi hev re bin, wê girtî azad bibin.”

NÎŞANDANA ŞANOYÊ

Piştî axaftinan, şanoyek yek kesî ya bi navê “Mirin di xewê de bû” hat lîstin. Bi şanoyê bal hat kişandina ser rojiya mirinê ya ku 4 girtiyên li Emerîkaya Başûr di hucreyek a girtîgehê de li dijî êşkence û zextan, dabû destpêkirin.