Greva birçîbûnê ya AvEG-Konê di roja 4'an de ye
Greva birçîbûnê ya AvEG-Konê ku li dijî tecrîdê pêk tê, di roja 4'an de ye.
Greva birçîbûnê ya AvEG-Konê ku li dijî tecrîdê pêk tê, di roja 4'an de ye.
Greva birçîbûnê ya endamên AvEG-Konê ku li dijî tecrîdê li bajarê Koln ê Elmanyayê pêk tê di roja 4'an de ye. Berxwedêr li ser armanca çalakiya xwe belavokan belav dikin.
Her wiha gelek kes serdana berxwedêran dikin û di nava rojê de gelek çalakî tên lidarxistin.
Endamên NAV-DEM û ATÎF'ê, rêveberên Komeleya Multîkulî serdana konê berxwedêran kirin. Qisekeran diyar kirin, ev çalakiya AvEG-Konê ji bo nîşan bide ku divê eniya hevgirtî bê avakirin girîng e. Her wiha Hevseroka KCD'ê û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê hatin silavkirin.
Heyetek ji berxwedêrên greva birçîbûnê di nava rojê de serdana sendîkayên Ver.di, GEW, IG-Metal û DGB'ê kirin. Endamên heyetê bi wezîfedarên sendîkayan re rûniştin û li ser armanca çalakiya xwe dosya pêşkêş kirin.
Sendîkayan jî diyar kirin ku wê mijarê bixin rojeva xwe. Rayedarên sendîkaya Ver.di jî diyar kirin ku wê di civîna Desteya Rêveberiyê ya roja Pêncşemê de mijarê binirxînin.
Çalakgeran her wiha navendeke çep a Elman jî ziyaret kirin.
Berxwedêran her wiha li ser medya civakî ya AGÎF'ê weşana zindî kirin.
Çalakgeran êvarê jî forûmek pêk anîn û berxwedêrên greva birçîbûnê yên li çar aliyên dinyayê silav kirin.
Greva birçîbûnê ya ku li Heumarkt a Kolnê pêk tê wê roja Înê bi mîtîngekê bi dawî bibe.
Hevserokê AvEG-Konê Bakî Selçûk wê li mîtîngê biaxive. Selçûk bang li her kesî kir ku tevlî mîtînga saet 18'an bibin.