Gora Tûrgût Ozal îro tê vekirin

Gora Tûrgût Ozal îro tê vekirin

Ji ber daxwaza malbata 8’emîn Serokomarê Tirk Tûrgût Ozal dê îro goristana wî bê vekirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê tên meşandin de li ser îdiayên der barê mirina Ozal de, îro tê payîn Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îro gora Ozal ya li Topkapi dê veke.

Lijneya Kontrolê ya Dewletê(DDK) ku şert û mercên mirina Ozal lêkolîn kir, di rapora xwe ya meha hezîranê de weşan de diyar kir ku divê gora Ozal bê vekirin û otopsî bê kirin.

Bi salane di mirina Ozal tê gotin ku guman hene. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî gelek caran di daxuyaniyên xwe de gotibû Ozal hatiye kutşin. Ocalan di meha mijdara 2009’an de wiha gotibû: “Ozal di çareseriya pirsgirêka kurd de ji ber ku rola Amerîkayê neanî cih, hate tasfiyekirin. Ewropayê jî nedixwest pirsgirêk çareser bibe. Neçareserî kurtir dikirin. Ozal nemir, hate kuştin.”

Dîsa di mijdara 2011’an de wezîrê berê Fîkrî Saglar bi sifata bersûc îfade dabû. Saglar di daxuyaniyên ku berê dabû de diyar kir ku piştî Ozal mir mînaka xwîna wî hatibû girtin, lê tupa mînaka xwînê ji destê hemşireyê deketiye û şkestiye. Saglar gotibû; Ger xwîn bê tehlîlkirin dê sedema mirinê derkeve holê.