Gora Ozal tê vekirin

Gora Ozal tê vekirin

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin de amadekariyên vekirina gorra Serokkomarê 8’emîn ê Tirk Tûrgût Ozal dest pê kir.

Bi salane ji bo mirina Ozal tê gotin ku guman hene. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî gelek caran di daxuyaniyên xwe de gotibû Ozal hatiye kutşin. Ocalan di meha mijdara 2009’an de wiha gotibû: “Ozal di çareseriya pirsgirêka kurd de ji ber ku rola Amerîkayê neanî cih, hate tasfiyekirin. Ewropayê jî nedixwest pirsgirêk çareser bibe. Neçareserî kurtir dikirin. Ozal nemir, hate kuştin.”

Dîsa di mijdara 2011’an de wezîrê berê Fîkrî Saglar bi sifata bersûc îfade dabû. Saglar di daxuyaniyên ku berê dabû de diyar kir ku piştî Ozal mir mînaka xwîna wî hatibû girtin, lê tupa mînaka xwînê ji destê hemşireyê deketiye û şkestiye. Saglar gotibû; Ger xwîn bê tehlîlkirin dê sedema mirinê derkeve holê.