Gokkan giliyê serçeteyê Ahrar Şarkiyeyê kir
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, çeteyê Ahrar Şarkiyeyê Ebû Hatim Şakra ku yek ji kujerê Hevrîn Xelef e gilî kir.
Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, çeteyê Ahrar Şarkiyeyê Ebû Hatim Şakra ku yek ji kujerê Hevrîn Xelef e gilî kir.
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin bi daxwaznameyekê giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê Ebû Hatîm Şakra kir. Gokhan di daxwaznameya xwe de destnîşan kir ku Ebû Hatîm Şakra di serî de siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef ji gelek komkujiyan berpirsyar e.
Gokkan, bal kişand ku Şakra ji Zanîngeha Artûklû ya li Tirkiyeyê mezûn bûye û wiha got: “Ez giliyê Zanîngeha Artûklûyê, kesên raye û bandora wan heye ku ev rêveberê rêxistinê xebatên xwe yên li Tirkiyeyê bidomîne, Hakan Fîdan ê heta demekî nêzîk serokatiya Teşkîlata Îstîxbaratê ya Mîllî (MÎT) dikir, peywîrdarên MÎT’ê yên din û hemû peywîrdarên cemaweriyê yên van sûcdaran diparêzin dikim.
Gokkan, da zanîn ku sûcên vê rêxistinê û piştevanên wan kirine dikevin nav sûcên şer ên giran û diyar kir ku peywîra dozgeran heye ku li dijî van sûc û sûcdaran bikevin nav liv û tevgerê.
Ahrar Şarkiye bi qetilkirina gelek sivîlan bi taybet Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef tê sûcdarkirin. Di Tîrmeha 2021’an de, Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî ev çete xist nav lîsteya cezayên sûcên ku hatine kirin.
Ebû Hatim Şakra bi navê Ahmed Îhsan Fayyad el-Hayes li Zanîngeha Artûklûyê qeyda xwe kir û di 6'ê Hezîranê de mezûn bû.