Girtiyên siyasî yên li Eregliyê 77 roj in di greva birçîbûnê de ne
Bi dehan girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind Eregliyê, li dijî zext û binpêkirinên mafan ev 77 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Bi dehan girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind Eregliyê, li dijî zext û binpêkirinên mafan ev 77 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Bi dehan girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê di 4'ê Cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn.
Greva birçîbûnê ji 16’ê Mijdarê ve bêdem û bêdorveger didome. Ji nîvê meha Mijdarê û vir ve gelek girtiyên din jî ketine greva birçîbûnê.
Zext û binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan di mehên havînê de qonaxeke nû girt. Di 23'ê Tebaxê de gelek girtî ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Ereglî ya Konya û girtîgehên din sirgûnî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê hatin kirin. Girtiyên ku di hucreyên yekkesî de hatin bicihkirin, piştre mehek qedexeya hevdîtina vekirî û mehek jî qedexeya mafê telefonê hatin cezakirin. Di nava 4 mehan de hejmara girtiyên di hucreyên yek kesî de hatin bicihkirin derket 40’î. Di saetên hewayê de jî destûr nayê dayîn ku girtî hev bibînin. Girtiyên siyasî jî bi hinceta ku girtiyên edlî û endamên Cemaeta Gulen in, di heman beşê de tên girtin. Pêdiviyên sereke yên girtiyan jî nayên peydakirin û xwarinên kevin tên dayîn.
Yek ji girtiyan Yakup Brukanli di 28'ê Cotmehê de li dijî tecrîda girankirî û zêdebûna binpêkirinên mafan bedena xwe da ber agir.
Brukan ê ku di dereceya duyemîn de canê wî şewitî, hemû milê xwe yê rastê û pişta wî şewitî û nekarî hem dest û hem jî milê rastê bi kar bîne, nebirin nexweşxaneyê û bi kelepçe li revîrê hat dermankirin. Brukan ku di bin xetereya enfeksiyonê de bû, tevî serlêdanan jî nebirin nexweşxaneyê.
Li hemberî girankirina tecrîdê, zêdebûna binpêkirinên mafan ên keyfî û sîstematîk û ferzkirina “poşmaniyê” girtiyan di 16’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.