Girtiyên PKK'yî û PAJK'yî yên li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M'yê dan zanîn ku di rojên pêş de dê girtî werin surgunkirin û diyar kirin ku di nava kesên were surgunkirin de Elfo Urpera 70 salî jî heye.
Girtiyên PKK'yî û PAJK'yî yên li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M'yê bi riya malbatên xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku di rojên pêş de dê girtî werin surgunkirin. Hate destnîşankirin ku di nava kesên dê were surgunkirin de dayika 70 salî Elfo Urper jî heye û wiha hate gotin: "Hin girtiyên ku 3-4 meh cezayên wan mane jî surgun dikin. Hikumeta AKP'ê tasfiyekirina Tevgera Kurd ji bo xwe wekî çareseriyekî dibîne. Lê ev polîtîkayên tên meşandin tu çareserî di pirsgirêka kurd de pêş naxe. "
Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji ber operasyonên siyasî yên tên meşandin girtîgehan veguheriye kampên êsîran û hate diyarkirin ku dema hejmar zêde dibe jî dewlet sewqan wekî çareseriyê dibîne. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: " Bi dehan kes ji Girtîgeha Êlihê Tîpa M'yê surgunî girtîgehên durî welatên xwe hatine kirin. Dayikekî 70 salî ya bi navê Elfo Urper surgunî Îzmîrê, kurê wê jî surgunî Girtîgeha Orduyê dê were kirin. Her wiha Şîrîn Çelîk û Hayrettîn Baytarê ku kurên wan û xizmên wan li vir e, surgunî girtîgehên Derya Reş dê bikin. Kesên ku dê surgunî bikin nexweşiya wan a giran ên wekî dil heye. Ev surgunan ne ji bo pêdiviyan ji bo tolhildanê tên kirin. Girtiyên ku tên surgunkirin di dema sewqan de tên îşkencekirin. Ji ber îşkenceyê mehek berê girtiyê bi navê Hayrettîn Toktaş jiyana xwe ji dest da."