Jinên girtî yên PAJK'î ku ji bo daxwazên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Azadî, ewlehî û tenduristiyê 29 rojin ketine gireva birçîbûnê diyar kirin ku, heta daxwazên wan bi cih bên dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Girtiyên jin yên PAJK'î ku di 12'ê Îlonê de ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, şert û mercên Ocalan ya azadî, ewlehî û tenduristiyê bi cih bê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin, 29 rojin çalakiya xwe berdewam dikin.
Girtiyên jin yên PAJK'î bi rîya xizm û malbatên xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku, heta daxwazên wan bi cih bên dê çalakiya xwe berdewam bikin. Girtiyên PAJK'î diyar kirin ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 13 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin û heta şert û mercên wî yên azadî, ewlehî û tenduristiyê pêk bên dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Girtiyan diyar kir ku, li aliyekî daxwazên gelê Kurd yên sereke û rewa yên mafê perwerdehiya zimanê zikmakî, parastina zimanê zikmakî ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê redkirin û li aliyê din rê li pêş hewildana Ocalan ya ji bo aştî û demokrasiyê tê girtin.
Girtiyan anîn ziman ku, daxwazên wan yên azadî, ewlehî û tenduristiyê bi tecrîdê, daxwazên wan ên perwerdehiya zimanê zikmakî jî bi dersên hilbijartinê tên bersivandin û wiha gotin: "Gelê Kurd politîkayên tecrîd û înkarê qebûl nekir û nake. Polîtikayên AKP'ê yên înkar, îmha û şer bi salane encam negirtiye. Dê ji niha û şûnde jî encamê negire.
'GELÊ KURD JI BERÊ BÊTIR BI REXISTIN Û TIFAQIN'
Girtiyan helwest û listikên hikûmeta AKP'ê ya li hemberî gelê Kurd şermezar kir û xwest AKP baş zanibe ku êdî gelê Kurd nayê van lîstikan û her demê bêtir birêxistin û tifaqin. Girtiyan da zanîn ku, gelê Kurd politîkayên înkar û îmhayê yên li dijî xwe vala û pûç kirine û wiha gotin:
"Hemû daxwazên me ji bo aştî û çareseriya demokratîk û mafê mirovane. Heta ku aştî pêş nekeve pirsgirêk çareser nabe. Divê berî her tiştî gavên aştiyê bên avêtin û gavên daxwazên gelê Kurd yên rewa, mirovahî û bingehîn pêk bên."
Girtiyan bang li hemû cemaweriyê kir û xwest ji bo aştiyek mayinde û çareseriya demokratîk her kes ji bo azadî, ewlehî û tendurisitya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkeve nava hewildanên aştî û çareseriyê, her wiha tekoşînê bilind bikin.