Girtiyên nexweş divê bi lezgînî werin berdan

Di çalakiyên vê hefteyê yên ji bo girtiyên nexweş hate diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş giran e û divê were berdan.

ENQERE

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 371'emîn de çalakiya xwe ya ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê li dar xist.

Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Nûray Çevîrmen, di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa yek ji girtiyên nexweş ên giran Adem Amaç ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Afyonê girtî ye. Çevîrmen, da zanîn ku di nameya ku ji aliyê Amaç ve hatiye şandin de tê diyarkirin ku di zikê wî de 3 birînên vekirî hene, her tim xwîn û îltihab ji wan diherike û pêwistiya wî bi emeliyatê heye, lê tevî ku gelek caran rakirine nexweşxaneyê jî nehatiye emeliyatkirin. 

Çevîrmen, bi lêv kir ku Amaç ji sala 2007’an ve di girtîgehê de ye û ev tişt gotin: “Beriya 14 salan di encama birîndarbûnê de di organên wî û masûlkeyên wî de xisareke ciddî pêk hatiye, pişt re emeliyatên kolostomî, gnastamoz û protestîk derbas kirin. Her wiha ji ber enfeksiyon û abseyên piştî van emeliyatên giran bi pêş ketin, di hin dîrokên cuda de 12 caran emeliyat bû.” Çevîrmen, da zanîn ku tevî emeliyatên giran ên ku Amaç derbas kirin jî tedawiya wî neqediya ye û anî ziman ku ji ber qelsî û werimîna zikê wî, ew di rûniştina xwe de pirsgirêkan dijî.”

Çevîrmen, bi lêv kir ku Amaç, di Nexweşxaneya Nûmûne ya Edeneyê de emeliyateke cidî derbas kir û ji ber enfeksiyona di encama emeliyatê de çêbûyî, di zikê wî de qulik hatine vekirin û ji ber demekî dirêj e ji van qulan îltîhab tê, birînên wî qet nayên girtin. Çevirmen, diyar kir ku ligel daxwaz kirin Amaç emeliyatên mayî bi malbata xwe re li derve bibe, daxwaza taloqkirina cezayê wî kiribin jî li dijî daxwaza wî ya mafdar tu encamên erênî negirtine.

Çevîrmen, anî ziman ku ji ber emeliyatên Amaç derbas kirin jiyana wî di bin rîskê de ye û wiha axivî: “Divê beyî dereng mayînê emeliyatên wî bên kirin. Ji bo ku bi malbata xwe re di nava şert û mercên tenduristtir de were dermankirin, divê xebatên pêwîst bên kirin.”

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 499’emîn çalakiya “Rûniştina F” a heftane li avahiya komeleyê li dar xist. Endamên Komîsyonê vê hefteyê, bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Atîlla Coşkûn ê 35 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê tê ragirtin. 

Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn, parvekir ku di mejiyê Coşkûn de tumor heye, çavên wî kor bûne. Acettîn, bi lêv kir ku Coşkûn ji sala 2015’an ve li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê tê girtin û wiha got: “Li gel ku nayê dermankirin jî ev 6 sal in bi hinceta ‘ne di halekî baş de ye’ tevî cezayê wî xelas bûye jî 6 sal in nayê berdan û ber bi mirinê ve tê dehfdan. 

Acettin, diyar kir ku nexweşiya Coşkûn di sala 2007’an de hatiye tespîtkirin û berî ku tedawiya wî were kirin hatiye destgîrkirin. Acettîn, da zanîn ku dixwazin tedawiya Coşkûn bi dermanên janê û birînê bibin serî û wiha axivî: “Li gorî agahiyên malbata wî dane; mezinbûna tumora di mejiyê wî de didome û ji sedî 90 çavên wî nabînin. Li gorî agahiyên bijîşkan dane jî; emeliyateke mejî ku were kirin ji sedî 90 felç an jî rîska mirinê dihewîne û ji ber lênêrîna piştî emeliyatê hewce dike, di şertên girtîgehê de nikare were emeliyatkirin.”