Girtiyên herêma Egeyê: Dê komek din jî tevlî grevê bibe

Girtiyên herêma Egeyê: Dê komek din jî tevlî grevê bibe

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK' yên li girtîgehên herêma Egeyê girtîne, bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ewlehî, tenduristî û azadiyê pêk bên di 3'ê Cotmehê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirin daxuyandin ku, di 13'ê Cotmehê de dê komeke din bi heman armancê tevlî çalakiya gireva birçîbûnê bibe.

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê yên li 1-2'yemîn girtîgehên tîpa F a Kiriklar, 2,3 û 4'emîn Tîpa T ya Şakranê û Girtîgeha Jinan ya Şakranê yên herêma Egeyê girtîne, bi riya malbatên xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku, wan di 3'ê cotmehê de bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk bên dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirin û dê di 13'ê Cotmehê de komeke din ya girtiyan bi heman armancê tevlî çalakiyê bibe.

Girtiyan têkildarî çalakiya gireva birçîbûnê de wiha gotin: "Ji bo Rêber Apo azad bibe, zextên li ser zimanê me bên rakirin û li her qadê bi azadî bê bikaranîn me weke girtiyên PKK û PAJK'ê di 12'ê îlonê de li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê çalakiya girava birçîbûnê da destpêkirin. Rêber Apo, tevgera me û gelê me li hemberî polîtîkayên dewletê yên teslîm girtinê berxwedaneke bêhempa pêk tîne. Ji bo jiyaneke bi rûmet ji tû fidakariyan nareve û ji bo vê yekê jî ya pêwîst tîne cih.

Em weke girtiyên li girtîgehên herêma Egeyê yên PKK û PAJK'î jî di 3'ê cotmehê tevlî vê meşê bûn. Di 13'ê cotmehê de jî li 1 û 2'emin Tîpa F ya Kiriklar, 2,3 û 4'emîn Tîpa T ya Şakranê û Girtîgeha Jinan ya Şakranê dê koma duwemîn tevlî çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger bibin.

Pêkanînên dewleta AKP'ê li hemberî vê berxwedanê dê perçe bibe. Dewleta AKP'ê nêzîkahiya serokatiya me ya bisebr û bihîstiyar weke kêmasiyekî nirxand û fêmnekir lê berxwedana bi biharê destpê kir dewleta AKP'ê têkbir. Tecrîd û zextên li hemberî Rêber Apo li hemberî gel û me pêktên. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Bedelê vê yekê çi be bila bibe me dest ji çalakiya xwe bernadin. Em bang li gel, malbat û raya giştî ya demorkatîk dikin ku li dora berxwedana me ya mafdar bibin xeleqek û piştgiriyê bidin berxwedana me."

HÊJMARA GIRTIYÊN EGEYÊ DEST BI GREVÊ KIRIN GIHA 61’AN

Li gorî daxuyanihan girtiyan, navên girtiyên di 3'ê cotmehê de dest bi çalakiya girevê kirin û yên dê 13'ê cotmehê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê bikin evin;

1'emîn Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê: Necdet Kaya, Serdar Taşkin, Denîz Atli, Yakup Yalçin, Cengîz Dogan, Mustafa Sevîm, Ozan Esen, Mehmet Halîs Vural, Bunyamîn Surme, Mesut Ozcan, Zekî Bulut, Mekan Aslan, Ferhat Çokmen.

2'emîn Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê: Mehmet Yayan, Sertaç Kiliçarslan, Ozkan Yaşar, Hurşît Kulter, Ekrem Altay, Nevzat Kiliç, Ahmet Kaya, Turgut Koyuncu, Şenol Koç, Orhan Yuksel, Sînan Ekmekçî, Dervîş Taniş, Selahattîn Elma, Erdal Taş û Selçuk Esîn.

2'emîn Tîpa T ya Şakranê: Murat Bîlge, Faruk Baysu, Erdogan Uçar, Habîp Guler, Reşît Çagki, Îsmaîl Yaman, Emîn Yildiz, Nurettîn Atinç, Mahmut Aba, Abdullah Nas, Vahyettin Sari, Murat Aktaş, Mehmet Durak, Mustafa Îke û Alî Alp.

3'emîn Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê: Suat Gurbuz, Hakki Yorulmaz, A. Rahîm Çetînkaya, Mevlut Tekîn, Mîrza Oztekîn, Agît Bîlîr û Vahap Kuzu.

4'emîn Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê: Sedat Dalga, Zîver Mete, Ubeydullah Tokay, Mehmet Işik, Hamît Aydin û Osman Çaglar.

Girtîgeha Jinan ya Şakranê: Ayfer Ayçîçek, Şukran Aydin, Muzeher Bulut, Gulîstan Seçkîn û Hatîce Çakmak.