Girtiyên greva birçîbûnê dixin hucreyan

Girtî Îbrahîm Ateş diyar kir ji ber ku ketine greva birçîbûnê îdareya girtîgehê ew xistine hucreyên yek kesî û pêdiviyê wan nayînin cih.

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bidorveger ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 184'an de didomin. Îbrahîm Ateş (48) ku di Girtîgeha Meletiyê ya Tîpa T'yê de ye û 25 sal in girtiye û di dema çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê de 138 rojan di greva birçîbûnê de maye, tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya niha jî bûye. Ateş, di 25'ê Gulanê de bi telefonê bi birayê xwe Abdulgaffûr Ateş re axiviye û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ragihandiye. 
 
Ateş ev tişt gotine: "Ez û Selahattîn Aykoş, ji 25'ê Gulanê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Sedema greva me, bidawîkirina tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e. Ji ber ku em ketine greva birçîbûnê, min û Aykoç xistine hucreyên yekkesî. Çalakiya greva birçîbûnê heqekî me ye, lê radibin me dixin hucreyan û bi vî awayî ceza dikin. Pêdiviyên me jî peyda nakin. Em ê serî netewînin. Heya tecrîd ranebe dê çalakiya me bidome." 
 
Bira Ateş jî destnîşan kir ku rayedar xwe li bêdengiyê danîne û daxwazên girtiyan nehatine qebûlkirin û got, "Demildest divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Ji ber greva birçîbûnê girtiyan dixin hucreyan. Em vê yekê qebûl nakin."