Girtiyên Girtîgehên herêma Egeyê dest bi grevê dikin

Girtiyên Girtîgehên herêma Egeyê dest bi grevê dikin

Girtiyên girtîgehên herêma Egeyê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya girtiyên PKK û PAJK'ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin dê ji sibê û şûn ve dest bi çalakiya gireva birçîbûnê bikin.

Çalakiya girtiyan ku di 12'ê Îlonê de destpê kir her ku diçe fireh dibe. Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên herêma Egeyê yên Hêjmar 1 û 2 yên Tipa F ya Kiriklarê, hêjmar 2, 3, 4 yên Tîpa T ya Şakranê û Girtîgeha Jinan ya Şakranê ji bo piştgiriyê bidin girtiyên din û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin dê sibê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.

Girtiyan bi daxuyaniyekê diyar kirin ku, dê ji 3'ê cotmehê û şûn ve dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Girtiyan diyar kirin ku, Rêberê wan Apo 13 salin di tecrîdê de ye û 14 mehin bi tevahî hevdîtin ji ser hatiye qutkirin. Girtiyan da zanin ku, ji bo tecridê şermezar bikin dê di 3'ê Cotmehê de dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.