Girtiyên di greva birçîbûnê de bang kirin

Metîn Uyar ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê 40 roj in di greva birçîbûnê de ye got “Dengê me bibihîzin. Em dev ji rûmeta xwe bernadin. Heke tecrîd biqede wê êşkence jî biqede.”

Girtiyê bi navê Metîn Uyar ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê de ye, li dijî binpêkirinên li girtîgehê û zextên rêveberiyê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya Uyar 40 roj li pey xwe hişt. Uyar, di danê sibehê de li ser telefonê bi malbata xwe re axivî. Uyar, diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûye û wiha got: “Dixwazin bi vê tecrîdê re rûmeta mirovahiyê, mirovatiyê, nasnameyê têxin bin lingan. Li Girtîgeha Espiyeyê hewldaneke faşîst heye. Li vê derê rasterast êrişî nasnameya me ya kurdatiyê dikin. Êşkenceyeke fîzîkî û psîkolojîk heye. Hevalên me nabin nexweşxaneyê û pirtûkên bi kurdî nayên dayîn. Ev çenD roj in bi ser qawîşên me de digirin û hevalên me bi kelepçekirî dibin. Çendek hevalên me hatin derbkirin û rapor stenbin. Hinek hevalên me yên li vê derê li ber mirinê ne.” 

Bi domdarî Uyar bi lêv kir ku dema sewqî nexweşxaneyê tên kirin, lêgerîna nava dev li ser wan tê ferzkirin û wiha bi dawî kir: “Ji me re dibêjin an rûmetê yan jî tenduristiyê hilbijêrin. Heke em jiyana xwe ji dest bidin, heke em giş werin kuştin jî em ê dev ji rûmeta xwe bernedin. Ev rûmet nirxa me ye, têkoşîna me ye. Tiştên ku bi serê me tên anîn, têkiliya xwe bi tecrîdê re heye. Em nizanin bê ka piştî vê axaftinê wê çi were serê me. Em ê li ber xwe bidin û tu carî paşve gav neavêjin. Divê malbatên me û hemû saziyên bi van karan re mijûl in, tişta dikeve ser milê xwe pêk bînin. Em dixwazin ku ÎHD, baro û hemû kesên li dijî pergala êşkenceyê têdikoşin, dengê me bibihîsin. Heke tecrîd biqede wê êşkence jî biqede.”