Girtiyên dermankirina bi kelepçeyan ve red kirin, hatin îşkencekirin

Girtiyên dermankirina bi kelepçeyan ve red kirin, hatin îşkencekirin

Aşkere bû ku girtiyên li Girtîgeha Ceyhan a Mêrsînê bi xwarinê jehrî bûn, dema birine nexweşxaneyê, girtiyan nehiştin ew bi destên kelemçekirî ve bên dermankirin, ji ber wê jî girtî li rastî lêdanê hatin. Li gorî Saniye Umît, birayê wê Mehmet Umît, diyar kiriye ku ji ber xwarinê zehrî bûne, piştî li wan xistine û nehatine dermankirin jî.

Binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehên Tirkiyeyê yên ku ji aliyê rêxistinên mafê mirovan ve weke “kampên berhevkirinê” tên binavkirin de bi dawî nabin. Her roj nûçeyên îşkence û binpêkirinên mafan ji van girtîgehan tên.

Xwîşka girtiyê bi navê Mehmet Umît, Saniye Umît a ku li taxa Şevketsumer a Akdenîza Mêrsînê dijî, diyar kir ku birayê wê Mehmet ê di Girtîgeha Tîpa Me ya Sergirtî ya Mêrsînê de dimîne, telefonî wê kiriye û gotiye ku rewşa wan pir xirab e.

Umît got; “Birayê min beriya niha 4 mehan li Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê ma. Piştî ji Girtîgeha Tîpa E ya Sergirtî ya Mêrsînê şandin Girtîgeha Tîpa Me ya Ceyhanê.”

Saniye Umît got ku wê di 18’ê hezîranê de bi birayê xwe re hevdîtin pêk aniye û diyar kir ku birayê wê gotiye; “Xwîşkê, em ji ber xwarina şîvê 11 kes jehrî bûn. Destên me kelemçe kirin û em birin Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê. Leşkeran kelemçe ji destê me venekirin. Bijîşkan jî nexwestin me bi destên kelemçekirî ve derman bikin. Leşkeran jî nehiştin kelemçe ji destê me bikin, ji ber wê jî em nehatin dermankirin û dîsa em anîn girtîgehê. Leşkeran di rê de li me xistin.”

Saniye Umît diyar kir ku destek ê birayê wî jê ve bûye û got ku ew ji rewşa wî bi fikar in. Umît serî li ÎHD’ya Mêrsînê da û xwest ji bo bûyerê hewldanên pêwîst bike.

Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxê Mêrsînê Alî Tanriverdî, der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku bûyerên li girtîgehan diqewimin her ku diçin berfirehtir dibin û got; “Bi zanebûn berê mirovên di girtîgehan de didin mirinê.”

Tanriverdî ragihand ku wana ji bo bûyerên di girtîgeha Tîpa M a Sergirtî ya Ceyhanê diqewimin, dest bi hin hewldanan kirine û destnîşan kir ku girtîgeh bûne yek ji mezintirîn pirsgirêkên welêt û got; “Divê ev yek pirsgirêk teqez çareser bibin.”