Girtiyê siyasî bi rengekî kêfî hate sirgûnkirin
Girtî Yucel Balyecî ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dihate girtin, bi rengekî kêfî sirgûnî girtîgeheke din hate kirin.
Girtî Yucel Balyecî ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê dihate girtin, bi rengekî kêfî sirgûnî girtîgeheke din hate kirin.
Yucel Balyecî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Alanyayê ya li navçeya Alanya a Antalyayê dihate girtin, tevî ku nedixwest jî sirgûnî girtîgeheke cuda hate kirin.
Li gorî agahiyan sirgûn 10'ê Cotmehê pêk hat, lê nehate zanîn bê Balyecî sirgûnî kîjan girtîgehê kirine.
Girtî Suleyman Acûn jî 11'ê Cotmehê bêhincet ji koxûşê hate wergirtin. Li gorî agahiyên ku malbatê dan, Acûn xistin hucreya yek kesî.