Girtiyê nexweş ê giran 51 rojan piştî hat berdan, jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş ê giran Abdûlhalîm Kirtay piştî 30 salan girtî ma, hat berdan û piştî 51 rojan jî şehîd bû.

Abdûlhalîm Kirtay di nava lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt.

Tevî nerazîbûnên zêde Kirtay jî mîna girtiyên din bi rengekî kêfî û derhiqûqî dihat girtin. Kirtay piştî 30 salan girtî ma, roja 22’ê Adarê hat berdan û sibêha 12’ê Gulanê şehîd bû.

Cenazeyê Kirtay wê li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê bê veşartin.

Abdûlhalîm Kirtay sala 1993’an li navçeya Ferqîn a Amedê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi hinceta “yekîtiya dewletê xirab kiriye” cezayê heta bi hetayê lê hatibû birîn.

Kirtay di dema girtîbûna xwe li gelek girtîgehên mîna Rîze, Sêrt, Wan, Amed, Êlih, Kirklarelî, Yozgat, Dîlok û Îzmîrê hate sirgûnkirin.

Gelek caran nexweş bû û 3 caran emeliyeta fitikê derbas kir. Kirtay Mijdara 2022’an li Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê qasî 4 rojan bi kelemçekirî bi formatê ‘êşkenceyê’ hate tedawîkirin.

Kirtay dema 22’ê Adarê hat berdan, li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye ya Balikesîrê bû.