Girtiyê nexweş ê 83 salî dîsa birin girtîgehê

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî bi îddîaya ku tedawiya wî qediyaye wê wî dîsa bibin girtîgehê.

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne, di 25’ê Gulanê de rewşa wî nebaş bibû û destên wî kelepçekirî anîbûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û li nexweşxaneyê dest bi tedawiya wî hatibû kirin. Ozkan bi bi textê nexweşxaneyê ve hat kelepçekirin û nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Malbatê serî li Dozgeriya Girtîgeha Tîpa D a Amedê da. Piştî ku serlêdana malbatê hat qebûlkirin, kurê Ozkan Vedat Ozkan ev du roj in refaqetiya bavê xwe dike.

Kurê wî Vedat Ozkan, diyar kir ku bi hinceta “dermankirina wî temam bû”, wê îro cardin bavê wî bibin girtîgehê.

Mehmet Emîn Ozkan 25 sal in di girtîgehê de ye, gelek caran ew rakirine nexweşxaneyê û gelek caran dilê wî sekiniye.