Girtiyê ku di rojiya mirinê de ye, li ber mirinê ye
Hikûmxwarê edlî Emrûllah Kanîoglû ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya 300 rojan veguherand rojiya mirinê, li ber mirinê ye.
Hikûmxwarê edlî Emrûllah Kanîoglû ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya 300 rojan veguherand rojiya mirinê, li ber mirinê ye.
Hikûmxwarê edlî Emrûllah Kanîoglû ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Amedê tê girtin, ji bo darizandina adilane 300 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de bû. Ev 6 roj in çalakiya xwe veguherandiye rojiya mirinê. Piştre Kanîoglû birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.
Kanîoglû ku qeyda wî li ser nifûsa Mêrdînê ye, hat zanîn ku got ku ew sûcê li ser wî tê îsnatkirin nekiriye, ji bo darizandina adilane 300 roj in ketiye greva birçîbûnê û di 6 rojên dawî de jî greva xwe veguherandiye rojiya mirinê.
Kanîoglû duh li ser hişê xwe çû û ew birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Kanîoglû li vir tedawî red kir û li ser vê yekê ew birin Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’emîn. Kanîoglû îro jî li ser hişê xwe çû û ew birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê.