Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Girtiyê di greva birçîbûnê de ye daket 42 kîloyan, pirsgirêkên tenduristiyê giran bûn

Tahsîn Sagaltici yê li Girtîgeha Tîpa Bîrê ya Antalyayê tê ragirtin zêdeyî 230 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem de ye. Sagaltici daket 42 kîloyan û rewşa wî ya tenduristiyê gihîştiye asta rîskê.

TAHSÎN SAGALTICI

Girtiyê siyasî Tahsîn Sagaltici ku li Girtîgeha bi Tîpa Bîrê ya Antalyayê tê ragirtin, bi daxwaza veguhestina ji bo girtîgeheke cuda kete greva birçîbûnê ya bêdem û 230 roj in di grevê de ye.

Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Sagaltici gihîştiye asteke krîtîk.

DAKET 42 KÎLOYAN, REWŞA WÎ YA TENDURISTIYÊ GIRAN BÛ

Sagaltici ku bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî, anî ziman ku rewşa wî ya tenduristiyê nebaş bûye.

Sagaltici qala pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê kir: "Lingên min dişewitin. Dema dimeşim hildikumim, pirsgirêka hevsengiyê heye. Nikarim mîza xwe bisekinînim, carna ji ber min diçe. Baldarî kêm bûye. Pirsgirêkên xewê heye. Niha 42 kîlo me."

Ev nexweşî weke işareta bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî dike ku dibe di rojên pêş ên greva birçîbûnê de rû bidin.

PARÊZER: REWŞ CIDÎ YE, DIVÊ DAXWAZ TAVILÊ BI CIH BÊ ANÎN

Parêzerê Sagaltici Naîm Emînoglû diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya muwekîlê wî giran bûye û destnîşan kir ku divê daxwaza wî tavilê bi cih bê anîn.

Emînoglû diyar kir ku girtîgehên bi tîpa bîrê li dijî rûmeta mirovahiyê ye û divê bêne girtin.