Girtiyên ji doza PKK’ê Abdulsamet Çelîk, ji ber nexweşiya losemiyê (xwînspîbûnê) her tim xwîn jê tê girtin, ji ber nerehetiya di fişika (xalxalk, pîl) de çêbû rakirin nexweşxaneyê.
Rewşa girtiyê bi navê Abdusamet Çelîk ê ku bi nexweşiya losemî ketiye û di girtîgeha Tîpa F a Sîncanê de tê ragirtin, her ku diçe xirabtir dibe.
Çelîk ku ji ber vê nexweşiya xwe her tim neçar dimîne xwînê bide, ji ber nerehetiyeke cidî ya di fişika wî de çêbû rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên TUHAD-FED’ê dane, Çelîk rakirin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku îhtîmalek mezin heye ku fişika Çelîk ê ku di Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê de tê dermankirin, bê derxstin.
Çelîk di nameya beriya du hefte berê nameyek ji Edîtorê DÎHA’yê Tayyîp Temel ê di girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye re şand û diyar kir ku girtiyên nexweş ji aliyê hukûmetê ve bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Her wiha dabû diyarkirin ku her çendî bijîşk rapor dane ku divê bê tehliyekirin, û wî 5 caran serlêdana kiriye lê di her carekê de hatiye redkirin.