Girtiyê 30 salan Almakça: Em deyndarê gelê xwe ne
Sadik Almakça ku piştî 30 salên dîlgirtî ji girtîgehên Tirk hate berdan got, "Hîn jî xwe deyndarê gelê xwe dibînim. Heta ku em sax bin em ê hewl bidin vî deynî bidin."
Sadik Almakça ku piştî 30 salên dîlgirtî ji girtîgehên Tirk hate berdan got, "Hîn jî xwe deyndarê gelê xwe dibînim. Heta ku em sax bin em ê hewl bidin vî deynî bidin."
Mirovek çawa dikare 30 salan di zindanê de bimîne? Kîjan îrade, hêvî an jî fikir dikare mirovan 30 salan li ser piyan bihêle? Sadik Almakça 30 salan li girtîgehên li Meletî, Dîlok, Bûrsa, Elbistan, Kirikkale, Balikesîr û herî dawî jî li Kayseriyê hate hiştin. Almakça sala 1971'ê li navçeya Bazarcix a Mereşê li gundê Tîlkîlerê ji dayik bû. Di salên 1990'î de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir.
Almakça ji ANF'ê re axivî û qala têkoşîna xwe kir. Almakça got, "Em sê heval sala 1992'an hatin girtin. Em birin Girtîgeha Meletiyê. Bi vî rengî pêvajoya zindanê destpê kir. Ketina zindanê ji bo me tiştekî nû bû, lê belê ji salên 1980'î û pê ve berxwedaneke xurt hebû. Rêbazeke jiyanê hebû ku girtiyên ji Tevgera Azadiyê ava kiribûn. Me jî hewl dan ku li ser mîrateya kadroyên 1980'î ava kirin, jiyana xwe dewam bikin. Bi qasî 30 salan, ez bi xwe 30 salan li girtîgehê mam. Mîna min bi sedan, bi hezaran mirov 30 salan girtî man."
Sadik Almakça bi dewamî got, "Ev yek bi îrade, dilsozî û hişmendiyeke xurt pêk tê. Li girtîgehê jiyaneke ji perwerde, rêbaza komunal, hezkirin û hurmeteke xurt, bi baweriya ji hev dibe. Me hewl dan bi vê rêbaza jiyanê 30 salan derbas bikin. Ev rêbaza jiyanê, ruhê berxwedanê zindî dihêle, nahêle ku mirov belawela bibe. Eger ev nebe mirov bi hêsanî li wir dikare têk biçe, paş bikeve, bibe mirovê ku girtîgeh dixwaze."
Ji bo pirsa "Hêja bû ku 30 salan girtî ma?" Almakça got, "Mixabin dema ku ji girtîgehê derketim gelek mirovan ev yek gotin. Min tiştekî nebaş nekir. Dozek hebû; azadiya gel û welat diviyabû. Ji bo vê min dest bi têkoşînê kir û ji bo vê pêwîstî bi mirinê hebe ez ê bimirim. Dawiya dawî di oxira vê dozê de bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Mayina min a li girtîgehê bi 30 salan zêde tiştekî îfade nake. Gelo ji vê bêhtir pîroz tiştekî din heye? Bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Ya rast em hîn jî xwe deyndarê gelê xwe dibînin. Heta ku sax bin em ê hewl bidin vî deynî bidin. Ne 30 sal, temen bi temamî biçe ne xem e."
Almakça herî dawî got, "Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Bi rastî jî demeke diyarker e. Dem ji bo Kurdan nîne ku winda bike. Eger Kurd di vê demê de winda bike ne çareseriya pirsgirêka Kurd pêk tê, ne jî ji bo Kurdan rewşeke erênî pêk tê. Lewma divê her Kurdek bi rengekî çalak tevlî vê pêvajoyê bibe."