Girtina rojnamevan Kartal, hat protestokirin
Girtina rojnamevan Sezgîn Kartal a bi awayek derhiqûqî, li ber Edliyeya Çaglayanê hat protestokirin û peyama “Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin” hat dayîn.
Girtina rojnamevan Sezgîn Kartal a bi awayek derhiqûqî, li ber Edliyeya Çaglayanê hat protestokirin û peyama “Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin” hat dayîn.
Rojnamevan Sezgîn Kartal ê 10’ê Çileya Roja Rojnamevanên Dixebitin hat destgîrkirin, îro ji aliyê Dadgeha Ceza û Silhê ya 8’emîn a Stenbolê ve bi îdiaya “endamtiya rêxistina PKK/KCK” hat girtin. Piştî vê girtina keyfî, di daxuyaniya li ber Edliyeya Çaglayanê hat dayîn de, hat destnîşankirin ku çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin.
KEMALBAY: AZADIYA ROJNAMEVANEK DIN HAT XESPKIRIN
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin” hatin berzkirin. Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay axivî û destnîşan kir ku bi dosyayek vala azadiya rojnamevanek din hat xespkirin. Kemalbay got ku girtina Sezgîn Kartal dewama êrîşa li ser kedkarên çapemeniya azad e û ev biryara derhiqûqî şermezar kir.
Kemalbay wiha got: “Ji ber dosyayek wiha vale, girtina kedkarek ê çapemeniyê nîşa da ku li Tirkiyeyê êdî ewlehiya edlî ya tu kesê nîne. Di heman demê de ev girtin nîşa dike ku di vê pêvajoya nêzbûna hilbijartinê de, êrîşên li ser çapemeniyê dewam dikin. Em li vir weke hevalên Sezgîn Kartal û weke hêzên demokrasiyê yên bi kedkarên çapemeniyê re car din dibêjin ku ew nikarin Sezgîn Kartal û çapemeniya azad bêdeng bikin. Em ê ji bo azadiya Sezgîn Kartal têbikoşin.”
‘EM Ê BIBIN KAMEREYA SEZGÎN’
Hevberdevka SODAP’ê Kezban Konûkçû jî ev tişt gotin: “Dibe hûn Sezgîn Kartal bigrin. Lê em hemû wê bibin Sezgîn Kartal. Em hemû wê bi telefonên di destê xwe de, bibin kameraya Sezgîn.”