'Girtîgeha Amedê me hînê berxwedanê kir'
Komeleya 78'an diyar kir ku divê Girtîgeha Amedê weke Muzeya Mafên Mirovan bê avakirin û got: "Em kesên li dijî faşîzmê li ber xwe dane, ji bîr nakin."
Komeleya 78'an diyar kir ku divê Girtîgeha Amedê weke Muzeya Mafên Mirovan bê avakirin û got: "Em kesên li dijî faşîzmê li ber xwe dane, ji bîr nakin."
Komeleya 78’an li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê ku dixwazin bibe muzexane daxuyaniyek da. Di çalakiya ku pankarta "Girtîgeha Amedê bila bibe muzexaneya mafên mirovan" hat vekirin de, li gel Komîsyona Lêkolîna Rastî û Edaletê ya Girtîgeha Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Ziman û Lêkolînê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Komeleya 78’an a Riha, Mêrdîn û Êlih gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên "Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe ", "Bijî berxwedana zindanê" û "Berxwedan jiyane" hatin berzkirin.
Berdevkê Komeleya 78’an Celalettîn Can ku daxuyanî xwend, bal kişand ser serdana Erdogan û got ku wan nameyek vekirî jê re şandiye. Can, gotinên Erdogan ên di derbarê girtîgehê de bi bîr xist û wiha got: “Axaftinên ku Erdogan di 9’ê Tîrmeha 2021’an de û beriya vê serdana Amedê da ‘Em Girtîgeha Amedê vala dikin û dikin navenda çandê. Bi vî rengî, em bîranînek xirab ji holê radikin.’ Piştrast be ku tu rast nakî Erdogan, tu rast nakî."
Can got: “Divê hûn bizanibin ku Girtîgeha Amedê di bîra kolektîf a Kurdan de xwedî cihekî sembolîk e. Li zindana Amedê Kurd rastî êşkence û bêedaletiyek mezin hatin. Ligel her cure êrîş ruhê berxwedanê yê li Amedê gelê Kurd bi hêztir kir. Veguherîna Zindana Amedê weke ‘Navenda Çandê’ wê nebe sedem ku ew êşkence bên jibîrkirin."
Can, anî ziman ku divê Girtîgeha Amedê wekî "Muzeya Mafên Mirovan" bê avakirin û wiha got: "Divê em van agahiyan bi civakî bikin. Divê veguhere sembola qenciyê.” Can bi bîr xist ku li hemû cîhanê navendên êşkenceyê yên bi vî rengî bûne muzexane û wiha dewam kir: “Hûn dizanin çima wisa dikin? Da ku mirovên xerab û faşîstên vî welatî careke din êşkenceyê nekin, civakek ji tundiyê dûr derkeve holê. Mixabin îro li Tirkiyeyê em girtîgehê diguherînin û dikin navenda çandê. 30 hezar kes ji vê girtîgehê derbaz bûn, 5 hezar kes bi awayekî pergalî man. 35 kes tê gotin, lê 60 kes mirine. Li vî welatî 30 hezar kes hatin êşkencekirin û aliyek ji 30 hezar kesî di vê girtîgehê de ma. Li hember vê, ev gel wê pirsgirêkên vî welatî çareser bikin. Girtîgeha Amedê li dijî êşkenceyê em hînê berxwedanê kirin.
Ji bo ku girtîgeha Amedê li Tirkiyeyê bibe muzexane, me îro 100 hezar îmze berhev kir. Em Girtîgeha Amedê, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek û Mazlûm Dogan ji bîr nakin. Em yek ji wan jî, ji bîr nakin. Dibe ku ew di binê erdê de bin, lê ew di ruh û hişê me de dijîn. Em kesên li dijî faşîzmê li ber xwe dane ji bîr nekin û nedin jibîrkirin."