Girtî ji ber ku muayeneya kelepçekirî qebûl nakin, nayên dermankirin

Girtiyê bi navê Sînan Çelîk diyar kir ji ber ku wî muayeneya kelepçekirî û lêgerîna nav dev qebûl nekiriye, nayê dermankirin.

Sînan Çelîk ê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 1’an a Rihayê tê ragirtin, bi rêya telefonê li gel dayîka xwe Şohret Çelîk axivî û qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir. Çelîk ê ku di sala 2015’an de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hat darizandin û 13 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Çelîk diyar kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan ên ciddî pêk tên.

Çelîk anî ziman ku ew her tim êşa mide û rûvî dikêşe û bi ti awayî nayên dermankirin. Çelîk ragihand ku hefteya borî ew birine revîrê û got, “Li vir bi darê zorê gotin em ê lêgerîna dev bikin. Piştî ku min ev tişt û muayeneya kelepçekirî qebûl nekir, bêyî ku ez bêm dermankirin min dîsa anîn qawişê. Gardiyanan bi îftiraya ku min kêr li wan kişandiye, qedexeya hevdîtinê dan min.”

Dayîk Şohret Çelîk jî wiha got: “Kurê min ji mîde û rûviyên xwe nerihet e, mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin. Bila vî mafê wî demildest were bicîhanîn.”