Gerîlayan li Tendurekê rê birî, agir berdan wesayîtan

Gerîlayan li Tendurekê rê birî, agir berdan wesayîtan

Gerîlayên HPG’ê di çiyayê Tendurekê yê di navbera navçeya Bazîda Agirî û Çaldêrana Wanê de rê birîn û agir berdan wesayîtan.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gerîlayên HPG’ê li ser kîlomtreya 35’emîn a rêya di navbera Bazîd-Wanê de li nêzî Çiyayê Agiriyê rê birîn û agir berdan wesayîtên fîrmaya Vantaş a ku di çêkirina rê de dixebitî. Li gorî agahiyan 1 Tir, 2 kamyonet û kepçeyek ji aliyê gerîlayan ve hatin şewitandin. Gerîlayan operatorê bi navê Zeydîn Zargot jî bi xwe re birin.