Gêrîla Îbrahîm Dolanbay (Şiyar Amanos) ku li Herêma Parastina Medya yên di bin serweriya gêrîlayan de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, li Londonê bi duristkirina çalakiyekê hate bibîranîn.
Ji bo gêrîlayê HPG’ê Îbrahîm Dolanbay ku meha borî 7’ê Îlonê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, li Navenda Civata Kurdan ya Îngilîstanê merasima bîranînê hate li darxistin. Merasima bîranînê ku bi rêzgirtina deqîqeyekê destpê kir, 150 kes tevlî bûn.
Di çalakiya bibîranînê de Ercan Ozcan li ser navê saziyên Kurd axaftinek û got; “Em dikarin ew nirxên ku şehîdên me avakirine bi bê mirin kirinê bidin jiyankirin. Şehîdbûna fermandarên wisan binirx yên Kurdistanê ji bo Kurdan windahiyên mezinin.”
Dayîka gêrîlayekî Dayîka Zeynep anî ziman ku, “Ez li beramberî bîranînên şehîdên me bejna xwe ditewînim” û wiha got; “Gorên zarokên me jî tune ne.Dijmin, êdî bese, bese, bese!” Kurê xaleta gêrîla Dolanbay jî got; “Şiyar şehîdê me hemûyane.”
Piştî axaftinan, nameya gêrîla Dolanbay di 25’ê Nîsana 2012’an de ji malbata xwe re şandî hate xwendin. Gêrîla Dolanbay di nameya xwe de dibêje; “Yên ku hêz dane me hertim hûn bûn. Ji bo gelekê tekoşîn kirin çi keyfxweşiyek mezine. Ev ji bo me onûr û şerefekî mezine…”