Cenazeyê gêrîla Saynûr Tûrsû ya (Sozdar Feraşîn) ku di çalakiya li hemberî Qeraqola Şitazinê de jiyana xwe ji dest dabû bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" hate veşartin.
Cenazeyê gêrîla Saynûr Tûrsû ya (Sozdar Feraş) ku di encama çalakiya li hemberî Qeraqola Şitazina Gever ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû li Navçeya Sûltangaziya Stenbolê hate veşartin. Cenaze duh ji aliyê malbatê ve ji Meletî hate girtin û anîn Mizgefta Navenda Taxa Esentepe ya Sûltangaziya Stenbolê. Malbata gêrîla Sozdar piştî wecibeyên olî bi dawî bû xîne li destê gêrîla Sozdar kirin.
Cenazeyê gêrîla Sozdar ji aliyê endamên MEYA-DER'a Amedê, Hevserokê BDP'a Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî, rêvebirên BDP'a navçe û bajarê Stenbolê, YAKAY-DER, xizmên gêrîla Sozdar û welatiyan ve ji mizgeftê hate girtin û xistin wesayîta cenazeyan. Darbesta gêrîla Sozdar bi rengê kesk û sor û zer hate xemilandin. Girse deqîqeyek ji bo bîranîna kesên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt û dirûşmeyên wekî "PKK gel e gel li vire", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo", "Cîhanekî bê Ocalan em dê di serê we de xerab bikin" berz kir. Li vir Hevserokê BDP'a Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî diyar kir ku, ji bo xwîn nerije çi ji destê wan tê dikin, lê ligel vê yekê hukumeta AKP'ê tu gavan pêş de neavêje. Bîlgîlî destnîşan kir ku dê gelê kurd şopdarê têkoşîna azadiyê be.
'JI BER KU ME KEÇA XWE LI AXA KU HATE DINYÊ NEVEŞART LÊBORÎNÊ DIXWAZIM'
Piştî axaftinan cenazeyê gêrîla bi karwanê anîn goristanê. Li ber deriyê goristanê jinan darbesta gêrîla Sozdar hilgirtin ser milan û heta cihê dê were veşartin bi dirûşmeyan meşiyan. Di dema veşartinê de ji aliyekî zêmar hate gotin ji aliyê din jî sirûda 'Çerxa Şoreşê' hate xwendin. Jinan bi gotinên "Bila agir bikeve dilê te jî Erdogan" bertekên xwe anîn ziman. Piştî veşartinê girse carekî din deqîqeyek rêz girt. Li vir bavê gêrîla Sozdar Alî Tûrsû xîtabî gel kir û wiha got: "Keça min şehîda me ye. Ji bo we xwedî li şehîda xwe derketin her hebin. Me dixwest wê li axa ku hate dinyê veşêrin, lê nebû. Ji bo vê ez lêborînê dixwazim."
Piştî bavê gêrîla Sozdar, Parlementerê BDP'a Stenbolê Sebahat Tûncel jî axaftinek kin kir û diyar kir ku, ciwanên Kurd ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe didin û bilêv kir ku sedema mirinan polîtîkayên şer ên hukumeta AKP'ê ne. Tûncel wiha got: "Di demên dawî de dixwazin hewayekî wiha biafirînin; Li holê aştiyek heye, lê PKK'ê vê aştiyê xerab dike. Lê tiştekî wisa tune ye. AKP'ê polîtîkayên îmha û înkarê didomîne. Niha tiştê ku divê gelê kurd bike xwedî li têkoşîna zarokên xwe derkeve. Heta ku gelê me azad nebe bila rûniştin ji me re heram be." Di merasîmê de rêvebirên YAKAY-DER û BDP'ê jî axavîn. Hate zanîn ku ji bo gêrîla Sozdar li avahiya BDP'a Navçeya Sûltangazî heta 3 rojan şîn bê danîn.