Gerîla Avaşîn, Armanc û Cuma ji aliyê hezaran ve hatin birêkirin

Gerîla Avaşîn, Armanc û Cuma ji aliyê hezaran ve hatin birêkirin

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Fuat Terzîoglu (Mordem Avaşîn), Muhammed Necip Çagan (Armanç) û Serbest Unver (Cuma Goyî) ji aliyê 10 hezaran kesan ve hatin definkirin. Di merasima cenazeyê gerîla Fuat Terzîoglu de polîsan bi bombeyê gazê mudaxale kir û girseyê jî bersîv da polîsan.

Cenazeyê gerîlayên HPG'ê Fuat Terzîoglu (Mordem Avaşîn) ku di 14'ê Îlonê de di êrîşa li hemberî Qereqola Harûna de li gel 8 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, li Geverê bi tevlîbûna 15 hezar kesan hate definkirin. Cenazeyê Gerîla Terzîoglu, piştî nîvro li Geverê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Terzîoglu, pêşî birin Mizgefta Navendî ya taxa Ormanê û pişt re birin Goristana Taxa Ormanê. Girseyê darbesta Gerîla Terzîoglu li ser milê xwe kirin û heta goristanê meşiyan. Di girseyê de Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Rêveberên BDP'ê Rûstem Demir, Şaredar û endamên meclîsa şaredariyê, endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, MEYADER, BDP jî di navde 15 hezar kes amade bûn. Bi hezaran kesên tev li meşê bûn, alên PKK, Konfederalizmê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyê Gerîla Terzîoglu hilgirtin. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Şehît namirin", "Bijî Serok Apo", "Tolhildan" û "Qatil Erdogan" berz kirin. Girseyê piştî meşê cenaze tefin kirin û ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

DEMÎRTAŞ: KESÊN LI ENQERÊ RÛDINÊN BERPIRSIYAR IN'

Piştî definkirinê Nûnerê MEYADER'ê Sadullah Duzencî ji bo tevlêbuna girseyê spasiyên xwe anîn ziman û bang li gel kir ku têkoşîna xwe bilind bikin. Pişt re Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, diyar kir ku Gelê Geverê li Şehîdên xwe xwedî derdikevin û helwestek bi rûmet nîşan didin. Demîrtaş, destnîşan kir ku gel li gel her tiştî aştiyê dixwaze, lê rayedarên dewletê dîsa bi tolhildanê nêzî gel dibin û gefan li kurdan dixwe. Demîrtaş, destnîşan kir ku li herêmê şer berdewam dike, lê siyasetmedarên Enqereyê li cihê xwe rûniştine û keyfê dikin û wiha got: "Berpirsiyarê vê komkujiyê rayedarên li Enqereyê ne. Dewlet hêj bi tanq û topên xwe polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne. Her ku gelê kurd navnişana çareseriyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîşan dide lê dîsa tecrida li ser Birêz Ocalan giran dikin. Gelê kurd ji bo aştiyê amadeye. Em bi vê hêza xwe dikarin li hemberî AKP'ê rawestin. Gelê me çiqas li hemberî AKP'ê raweste dê têkoşîna xwe ya bi rûmet xurt bike."

Piştî merasimê û axaftinê bi hezaran kes ber bi navenda navçeyê ve meşiyan. Li ser Rêya Şemzînanê polîsan bi bombeyên gazê û ava şiddayî mudaxaleyî girseyê kir. Girseyê jî bi fîşekên hewayî û keviran bersiv da polisan. bûyer didomin.

CENAZEYÊ GERÎLA ÇAGAN JÎ LI ERDÎŞÊ BI GIRSEYÎ HADE DEFINKIRIN

Cenazeyê endamê HPG'ê Muhammed Necip Çagan (Armanç) jî li navçeya Erdîşa Wanê bi girseyî hate definkirin. Malbatê piştî cenaze ji Meletiyê wergirtin anîn navçeya Tetwanê ya Bedlîsê. Piştî li vir wecîbeyên olî pêk anîn gundê Aksarafê yê navçeya Erdîşa Wanê. Bi karwanê ku ji sedan maşîne pêk dihat cenazeyê Gerîla Çagan birin gundê Aksarafê û li vir ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Girseyê bi merasimek mezin li Goristana Şermezar a nêzî Geliyê Zilan ya gundê Aksarafê defin kir. Di merasima cenaze de rêveberên BDP'ê Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, rêveberên MEYA-DER'ê şaredar û encûmenên şaredariyê Înîsiyatifa Dayiken Aştiyê, nêzî hezar kesan amade bûn. Girse ewil cenaze birin malbata Çagan û ji wir darbest li ser milê xwe bikirin û birin goristanê. Li vir jî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin û sloganên "PKK gel e, gel li vir e" û "Şehît namirin", "Ey şehit xwîna te li erdê namine" berz kirin. Cenaze bi dirûşmeyan li goristana gund hate definkirin.

'MUXATAB OCLANA E'

Piştî cenaze hate definkirin girseyê dîsa heta mala Gerîla Çagan meş pêk anî û konê sersaxiyê ziyaret kir. Di konê sersaxiyê de Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, anî ziman ku berpirsiyarê sirgûn, êş û kuştinê AKP ye û tenê muhateb jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gul xwest tecrîd bi dawî bibe û bi lezgîn bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re diyalog û muzakere bên destpêkirin.

GERÎLA UNVER JI ALIYÊ HEZARAN VE HATE DEFINKIRIN

Cenazeyê Gerîla Serbest Unver (Cuma Goyî) ku li qereqola Harûna jiyana xwe ji dest dabû jî li gundê Demlakanê yê navçeya Qilabana Şirnexê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Bi hezaran kesên ku cenaze pêşwazî kirin danîn ser milê xwe û heta goristanê meşiyan. Di merasimê de endam û rêveberên BDP'ê endmên meclisa bajar û şaredariyê jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Dîsa endam û rêveberên MEYA-DER, endamên Înîsiyatifa Dayika Aştiyê jî amade bûn. Konvoya ku heta gihit gund ji aliye welatiyên ser rê ve bi çepik û sloganên 'Şehit namirin' hate pêşwazîkirin. Girseyê piştî li gund cenaze pêşwazî kir bê navber dirûşmeyên "Lêxe gerîla lêxe Kurdistanê ava bike", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "PKK gel e, gel li vir e", "PKK Tolhildan" berz kir. Girseyê piştî cenaze defin kir ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girt. Piştre Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, axivî û xwest êdî kes neyê kuştin."

'KURÊ MIN ŞEHÎDÊ KURDISTANÊ YE'

Dayika Gerîla Unver Mercan Unver (Cuma) jî li ser gorê axivî û wiha got:" Kurê min şehîdê Kurdistanê û gelê xwe ye. Kurê min ji bo gelê xwe têkoşiya. Ji bo Azadiya Brêz Ocalan bû. Piştî merasimê bi hezaran kesan li Demlakanê heta konê sersaxiyê ye ji bo Gerîla Unver hate vekirin meşiyan û malbat ziyaret kir.