Gergerlîoglû: Muxalefet divê bi lez li hev bicive
Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku li dijî êrişan divê muxalefet di xala hevpar a demokrasî û wijdanê de li hev bicive.
Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku li dijî êrişan divê muxalefet di xala hevpar a demokrasî û wijdanê de li hev bicive.
Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'î, ku bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn hate berdan, ji ANF'ê re axivî.
Gergerlîoglû anî ziman ku Dadgeha Destûra Bingehîn bi vê biryara xwe ya binpêkirina mafê wî ders daye Meclîsê û bi bîr xist ku Meclîs diviyabû sê mehan li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bima, lê belê bi lezgînî wekîltiya wî betal kir. Gergerlîoglû got, "Mirovê ku xistin zindanê kesek nîne, îradeya gelekî hate girtin." Gergerlîoglû wiha dewam kir, "Piştî vê biryarê divê ji ber şerm bikin. Ez li şûna wî Serokê Meclîsê bûma ez ê li ber xwe biketa. Divê bêjin, 'Me biryara girtinê da, polîsan heqaret lê kir, lê dan. Ev mirov wê niha vegere, em ê çawa li rûyê wî binerin'. Ez bim ez ê vê bêjim."
'KETIN ÇALAK KUK KOLA BÛN'
Gergerlîoglû ragihand ku wî binpêkirina mafên mirovan eşkere dike, bi ser ve diçû, lewma bû hedefa desthilatdariyê û got, "Bi rengekî çalak min parlamenterî kir. Ji kiryarên li dijî mirovên bi biryarnameyê ji kar hatin avêtin heta gundiyên ji helîkopterê hatin avêtin bi ser gelek bûyerên êşkenceyê, revandina mirovan û binpêkirina mafên mirovan ve çûm. Lê belê ji bo wan meseleya ku sebra wan fûrand, mijara lêgerîna bi rengê tazîkirî bû. Li dijî min biryar dan û bi vî rengî xistin girtîgehê. Ji wan hebû ku wê dersek bidan me, lê belê ew bi xwe ketin nava çala ku kola bûn."
'TÊKOŞÎNA MIN WÊ JI CIHÊ MAYÎ DEWAM BIKE'
Gergerlîoglû qala planên xwe yên li ser paşerojê kir û got, ew destpêkê li bendê ye ku parlamenteriya wî ya ku bi neheqî jê hate standin radestî wî bike. Gergerlîoglû destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ji cihê mayî dewam bike, bi rêbaza siyaseteke li ser bingeha mafên mirovan hîn bi xurtî rêwîtiya xwe dewam bike.
Gergerlîoglû diyar kir ku normal mîna Enîs Berberoglû divê wekîltiya wî radestî wî bê kirin û got, "Lê belê nediyar e, ji ber ku Devlet Bahçelî rabû di civîna koma xwe de bi rengekî fermî peyam da ku divê ez neyêm vegerandin."
'DIVÊ XALÊN HEVPAR BÊNE XURTKIRIN'
Omer Farûk Gergerlîoglû destnîşan kir ku atmosfera heyî ji ya girtîgehê necudatir e û bal kişand ser qetilkirina Denîz Poyraz û doza ji bo girtina HDP'ê. Gergerlîoglû got, "Ev tiştên nû nîne. Berê jî bûyerên bi heman rengî qewimîn. Naxwazin meseleya Kurd jî bê nîqaşkirin, naxwaze bê temsîlkirin. Girtina HDP'ê çareserî nîne. Mîna doh îro jî em ê bi vê ferasetê têbikoşin. Di vir de ya girîng çareseriya meseleya Kurd e. Hewl didin ku Tirkiyeyê ber bi atmosfereke hîn nebaş ve bibin; hewl didin atmosfereke hîn faşîzan û êrişkar biafirînin. Êrişê dibin ser rojnamevanan, Bulent Kiliç, herî dawî êriş birin ser Erk Acarer."
Gergerlîoglû destnîşan kir ku muxalefet divê li dijî van êrişan di mijarên demokrasî û wijdanê de bi lezgînî li hev bicivin û anî ziman, heta ku ev kombûn pêk nehat wê sibe ji îro xerabtir be. Gergerlîoglû diyar kir ku feraseteke çavsor êriş dike û got, "Ya divê bê kirin ew e ku cudahiyên xwe deynin aliyekî û xalên hevpar xurt bikin."