Gelo Sûriyeyê balefira Tirk xist?

Gelo Sûriyeyê balefira Tirk xist?

Balefira şer a Tirk a ku ji Meletiyê rabû û agahî jê nedihat wergirtin, li avên perava Sûriyeyê ketiye. Televîzyonek a Libnanî ragihand balefir ji aliyê Sûriyeyê ve hatiye xistin. Lê rayedarên Tirk heta niha tu daxuyanî nedane.

Balefira ku ji qada Erhaça Meletiyê rabûye saet 11.58'an hê dema ku li rojavahiyê başûr a li bajarê Hatayê bû agahî jê nehat girtin. Hêzên Çekdar ên Artêşê ji malpera xwe ya fermî der heqê mijarê de agahî da û got; "22'yê Hezarana 2012'an balefira me ya ji qada Erhaç/Meletiyê saet 10.30'an de rabû saet 11.58'an de hê dema ku li rojavahiyê başurê bajarê Hatayê bû têkiliya wê ya bêtêl û radarê birî. Li ser vê yekê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine destpêkirin."

Piştî çend saet bi ser bûyerê re derbas bûn, hat diyarkirin ku balefira şer a Tirk 8 mîlan li avên peravên Sûriyeyê ên li başûrê navçeya Samandag a Hatayê ketiye. Hat ragihandin ku balefirên li Meletiyê ji bo lêgerînê veguhestin herêmê. Her wiha hat ragihandin ku helîkopterên li Balefirgeha Încîrlîkê jî piştgirî dan lêgerîna balefire.,

Waliyê Meletî Ulvî Saran der barê mijarê de daxuyaniye da û diyar kir ku balefire F-4 jet demjimêr di 12.00 de li başûrê rojavayê Hatayê li ser deryayê têkiliya wê ji radar û bêtêlan qut bûye. Saran got ku 2 pîlot têde hene. Niha der barê balefire de tu agahiyek tune ye. Em dişopînin.”

Di encama lêgerînê de balefir li Deryaya Spî hat dîtin û pîlotên wan bi saxî hatin rizgarkirin. Hat ragihanin ku rewşa pîlotên Tirk baş e.

Heta niha berisva pirsa “gelo çi karê balefira Tirk li peravên Sûriyeyê hebû?” nehatiye dayîn. Rayedarên Tirk jî der barê ketina balefirê de tu daxuyaniyek nedan. Lê li gorî nûçeya Reutersê, kanala televîzyonê El Mayadin a Libnanî, di nûçeya spart çavkaniyên Tirk ragihand ku balefir ji aliyê hêzên parastina hewayî ya Sûriyeyê ve hatiye xistin.