Gelo haya Wezareta Edaletê ji biryara li ser Fîncanci hebû?
Di belgeya ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re şandibû de, tê dîtin ku wan ji berê ve biryara li ser Fîncanci dizanibûn.
Di belgeya ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re şandibû de, tê dîtin ku wan ji berê ve biryara li ser Fîncanci dizanibûn.
Belgeyeke ku kete doza Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bû sedema nîqaşan.
Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Edalatê di 12.12.2022’an de belgeyek şandibû ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê. Di belgeyê de wekî ku wan ji berê ve dizanibûn wê Fîncanci were girtin, gotinek heye.
Di belgeyê de tê gotin Fîncanci ya ku di Girtîgeha Sîncanê de girtiye beriya rûniştina dozê ya di 23’ê Kanûnê de divê bi tevdîrên xurt were sewqkirin û heke rûniştin 10 rojan were taloqkirin jî divê bi awayekî demdemî li Girtîgeha Bakirkoyê were ragirtin û heke rûniştin careke din were taloqkirinjî divê bêyî destûra Midûriyeta Giştî îadeyî Girtîgeha Sîncanê were kirin.
Piştî vê belgeyê Fîncanci ji Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê sewqî Stenbolê hate kirin û di rûniştina pêşîn de biryara taloqkirina dozê hate dayîn û rojên taloqkirinê jî wekî di belgeyê de derket. Ev tişt jî diyar dike ku Wezareta Edaletê hay ji biryara li ser Fîncanci hebû.