Gelo, DYA ji Rojhilata Navîn vedikişe?

Gelo, DYA ji Rojhilata Navîn vedikişe?

Tam 2 sal berê li Bexdayê alaya artêşa DYA hat daxistin. Ev yek jesteke sembolîk a diyardeya destpêka vekişîna hêzên Amerîkî yên ji Îraqê bû. Saleke din, wekî ku xuyaye, hêzên Amerîkî dê ji Efxanistanê jî vekişin.

Hin çavdêr tekez dikin ku Waşîngton di warê sîyasî de baldariya xwe bo Rojhilata Navîn lawaztir dike û ev yek bi taybetî di wan demên dawî de hîn zêdetir aşkere xuya dike.

Şêrovegerê Rûs Yevgeniy Yermolayev dibêje, temayûleke wisa heye, lê belê ewqas jî berfireh nîne:

"Ew gengeşiyên ku dibêjin DYA eger bi tevayî ji Rojhilata Navîn venekişe be jî, baldariya xwe ya bo vê herêmê lawaztir dike, ne bê bingehin. Û ew, ne tenê bi vekişîna hêzên leşkerî yên Amerîkî ji Iraq û Efxanistanê ve girêdayî ye. Ev yek ji devjêberdana alozkirina krîza Sûriyeyê û ji tona aştiyane ya bi diyaloga Îranê re jî xuyaye. Waşînton ji bûyerên ku li Misrê qewimîn pir nerazî ye, herçend dîsa jî xwe ji jestên tund ên li hember rêveberiya nû ya Misrê radigre. Mirov dikare bibêje, cîhan ji xwe re Amerîkayê ji nû ve keşif dike; Amerikayê ku li gorî beriya bi demekî, hîn aramtir û aştîxwaz. Tu dibêjî qey Barack Obama bi derengmayîneke çend salan biryar daye ku heqê xelata aştiyê ya Nobelê bide. Gelo, sedema vê yekê çiye?

Çend sedemên wê hene. Yek: desttengiyên fînansî yên Amerîkayê hê berdewam e. Û vê gavê operasyonên leşkerî yên giranbuha ji budceya DYA re dest nedin. Lê ya xalekî herî giring; serok Obama beriya demekî ragihand ku alûdetiya Amerîkayê bi petrola Rojhilata Navîn kêmtir dibe. Li gorî Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê, di maweya pênc salên dawî de DYA hawirdekirina petrolê 30 ji sedî û gaza siruştî jî 15 ji sedî kêmtir kiriye. Ev yek tê wê wateyê ku Kendava Farsî êdî ji bo Amerîkayê bi qasî berê ewqas jî giring nîne.

Di wê maweyê de ku DYA ji bo kontrolkirina vê herêmê hêz û diravên mezin mesref dikir, li herêmekî din, an ku li kenarê rojhilata Asyayê bere bere komkomîbûna hêzan qewimî. Û ne tesaduf e ku hê par hatibû ragihandin, ku DYA berê stratejiya xwe ya leşkerî vediguhêre herêma Asya Pasîfîk. DYA plan dike ku heta sala 2020'an, 60 ji sedî keştiyên xwe yên leşkerî li wê herêmê kom bike.

Bê guman, ev yek nayê wê wateyê ku DYA bi tevayî ji Rojhilata Navîn biçe. Amerîka ne ku tenê lê bimîne û her wisa dê hewil bide ku rola xwe ya `sheriff`tiyê jî lê biparêze. Lê niha ewê dê bişibe sheriff`ê ku wisa dibêje: `pirsgirêka çermsoran, ya çermsoran e, lê ne ya sheriff`ê ye`".

Eksperekî din ê Rûs, Vîktor Nadeyîn Rayevskî vê babetê bi cureyekî din şîrove dike:

"Destwerdana karûbrên dewletên din ji bo DYA karekî adetî û daîmî ye. Di wan salên dawî de objeya sereke ya destwerdaneke wisa jî `Rojhilata Navîn a Mezin` bû. Vê gavê tu dibêjî qey rewş tê guhertin, lê ev yek zahiren wisa ye.

Bê guman, DYA dê nexwaze herêm ji dest berde. Şîrketên Amerîkî li wê herêmê veberdêriyên mezin razandine. Û qet niyeta wan tune ku pozîsyona xwe ji kesekî re bihêlin. An ku destwerdana DYA li herêmê berdewam e. Lê, ez dibêjim qey destwerdana han dê wekî berê ne ewqas jî vekirî be. Xuyaye, Amerîka bere bere dişibe Ewropayê. Ewropa di serî de hewil dide her tişt bi axaftin, sozdayîn û entrîqayan ve bi dest bixe û tenê di rewşên awarte de yan bombe dike, yan jî pere dide".

Ya balkêş ew e ku dewletên Rojava li herêmê kîjan şêwazî bikar bînin jî, di encamê de hemû metodên wan li ser bingeha kûrkirina nakokiyên navxweyî ne. Şêniyên herêmê bi hevdu re çiqas nakokbar bin, hêzên dereke jî ewqas bi rehetî dikarin wan kontrol bikin. Lewma jî di her hal û kar de, li herêmê aramî dê zû bi zû nayê.