Gelo birîndar ji bo êrîşa 29’ê Mijdarê bê veşartin hatin girtin?

Gelo birîndar ji bo êrîşa 29’ê Mijdarê bê veşartin hatin girtin?

Du jê giran girtina 4 Kobaniyên birîndar ên li malê dihatin dermankirin ku di serdegirtinê de hatin binçavkirin, ji aliyê parêzer Bekîr Benek ve hate nirxandin û got: “Du birîndar divê demildest bên emeliyatkirin. Di vê rewşê de xistina wan a girtigehê tê wateya mirinê.  Ger sûc hebe serokwezîr û wezîrê terduristiyê jî hevkarê vî sûcî ve. Ev girtin ji bo rojeva hevkariya Tirkiye û DAIŞ’ê bê guhertin pêk hatiye.

3 birîndarên Kobanê, 3 refekatvan û xwediyê malê du roj berê di serdegirtina malekê de hatin binçavkirin.  Ji birîndar û refekavanan hinek kes hatin berdan û 4 birîndar û xwediyê xanî Mustafa Çîçek bi îdîaya ‘ endamê rêxistina çekdarî ya derveyî qanûnê ye’ hat girtin. Parêzer Bekîr Benek diyar kir ku rewşa du kesan gelek giran e û got ku divê her du jî bên emeliyetkirin, şert û mercên girtîgehê ji bo wan rîsk e.

OPERASYON JI BO GUHERTINA ROJEVÊ YE

Benek diyar kir ku di 29’ê Mijdarê de piştî çeteyên DAIŞ’ê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê li dijî Kobanê êrîş pêk anîn û ji axa Tirkiyeyê ji embara genim a TMO’yê êrîş kirin, AKP’ê ji bo vê rojevê biguherîne ev operasyon pêk aniye û got: “Ev jî wek operasyonên KCK’ê, operasyonek siyasî ye. Ti aliyê wê yê hiqûqî tine ye. Di dosyayê de delîl tine ne. Armanc ev e ku  rojeva êrîşa DAIŞ’ê ji ser axa Tirkiyeyê pêk aniye biguhere.”

'GER WIHA BE HEMÛ RIHA VÎ SÛCÎ DIKE'

Bekîr Bendek diyar kir ku ji bo girtina xwediyê malê ti hêmaya sûc tine û wiha berdewam kir: “Ger sûc be mirov birayên xwe yên Kurd bihewîne  mala xwe, wê demê hemû gelê Rihayê sûcdar e. Ji ber ku bi sed hezaran Kobanî bi alîkariya gelê Riha û Pirsûsê li vir dimînin. Ji bo guhertina rojevê vê dikin.

'DI SERÎ DE DAVUTOGLU SÛCDAR E'

Benek wiha berdewam kir: “Davutoglu di rojên buhrî serdana xwe ya Rihayê de bi Kobaniyan re hate cem hev. Got, 'Hûn li vir li mala xwe ne.' Lê ez dibêjim, ên hatine bi rêyên derqanûnî nehatine. Qeydên wan ên AFAD’ê hene. Bi ambulansa dewletê hatin û li vir hatin dermankirin. Ger em hemû sûc bikin wê demê di serî de hikûmeta AKP’ê sûcdar e.Davutoglu sûcdar e. Serokwezîr di gotinên xwe de ne samîmî ye.”

Benek destnîşan kir ku divê du kesên ku hatine girtin demildest emeliyat bibin û got: “Ji bo her du kesan dîroka emeliyatê hatibû dayîn. Divê roja Çarşemê emeliyat bibûna. Di heman demê de divê pansumana wan bibe. Şandina wan a girtîgehê şandina mirinê ye."

LI DIJ RUHÊ AŞTIYÊ YE

Benek da zanîn ku ev operasyonên pêk hatine û girtina birîndaran li dijî ruhê aştî û pêvajoya çareseriyê ye û divê demildest bên berdan. Benek got ku ev kes di çarçoveya xala Qanûna Têkoşîna bi Terorê re ya hejmar 314/2’an de tên darizandin û ji bo Kobaniyan  ji 7 sal û nîvan heta 15 salan ceza tê xwestin.