Di ser komkujiya Roboskî de ku 34 welatî bi balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin 5 meh û nîv derbas bû û heta niha tu kes hêj nehatiye darizandin. Li gel vê jî Serokwezîr Erdogan û rayedarên hikûmetê hewl didin ku qetliyamê bidin jibîrkirin. Ji gundiyên Roboskiyê Ferhat Encu ku di komkujiyê de 11 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane got, “Kî be bila bibe, divê berpisyar bên darizandin. Ji bo ku berpisyar bên darizandin em ê têkoşîna xwe bê navber bidomînin.”
Gundên Bujeh û Roboskiyê yên girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê di salên 90’an de piştî gund hatin valakirin, bicihkirina welatiyên ku gundên wan hatine şewitandin hatin avakirin. Li van gundan ji ber ku derdor hatine mayînkirin û araziyên heremê ji bo çandiniyê ne baş in, welatî nedikarin çandinî bikin ne jî sewalkariyê bikin. Ji ber vê welatiyên gundên herêmê neçarî diçin ‘qaçaxçitiyê’ an jî cerdewanî dikin.
‘DERDORA HERÊMÊ HATIYE MAYÎNKIRIN’
Li gundê Roboskî ku heta niha herî kêm 50 kes ji ber mayînan seqet mane di 28’ê berfanbara (kanûn) 2011’an de di encama bomberana balafirên şer ên tirk de 34 welatiyên jê 19 zarok hatin qetilkirin. 34 gundiyên Roboskiyê ku çûbûn qaçaxçitiyê wê rojê li gel hêstirên xwe hatin qetilkirin. Di vê bûyerê de 13 gundî jî birîndar bûn. Piştî 12 saet bi ser bûyerê de derbas bû çapemeniyê sansur danî ser bûyerê. Otopsiya wan jî bi ecele hat kirin. Piştî ku bûyer hat bihistin Serokwezîrê Tirk Erdogan û Fermandariya Giştî di daxuyaniyên xwe de îmze avêtin skandalan. Rayedarên dewletê heta niha jî hewl didin vê bûyerê bidin jibîrkirin.
Yek ji gundiyên Roboskiyê xwendekarê zanîngehê Ferhat Encu ku 11 xizmên wî di komkujiyê de hatin kuştin û bi hinceta êrîşê i Qeymekamê Qilebanê kiriye 3 caran hatiye binçavkirin li gel ku 167 roj derbas bûne rewş ji ANF’ê nirxand.
‘DEWLET HEWL DIDE BÛYERÊ BIDEJI BÎRKIRIN’
Encu, destnîşan kir ku dewlet hewl dide bûyerê veşêre û wiha axivî: “Dema Roboskî dibe mijara gotinê Serokwezîr, Wezîrê Karê Hundir û rayedarên din bi awayekî faşîzane nêzî meseleyê dibin. Dibêjin ‘Ma em çi bikin, tazmînat lazim be se me ew jî daye’ bi vê gotinê dixwazin jiyana mirov bi pereyan bikirin. Li ser vê dibêjin ‘Em kî bixwazin em dê bikujin. Tu kes nikare xwe têkilî me bike.”
‘EM XWÎNA 34 KESÎ LI ERDÊ NAHÊLIN’
Encu gotinên Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn ên wekî “Ew ên hatine kuştin figuran bûn” dijmirovîn pênase kir û ji bo wî peyva “mirovê durûndeh” bi kar anî. Encu anî ziman ku Wezîr Şahîn bi van gotinan hem heqaretê li 34 mirovên hatine kuştin û hem jî Tevgera Azadiay Gelê Kurd dike.”
‘EM DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’
Encu, gotinên xwe wiha domand: “Dewlet hewl dide ku vê bûyerê bide jibîrkirin. Em vê yekê baş dibînin. Encax em wekî malbatên gundê Roboskiyê li hemberî vê zihniyetê wê li ber xwe bidin. Em ê li her deverê heqê xwe bigerin. Em xwîna 34 kesan li erdê nahêlin. Ji bo berpisyar bên darizandin em dê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘EM Ê KOMKUJIYÊ BIBIN PLATFORMA NAVNETEWEYÎ’
Prz. Muşîr Delîduman diyar kir ku ew ê komkujiyê bibin platformên navneteweyî û bal kiaşnd ku ji kesên hatine qetilkirin 19 kes zarok bûn. Prz. Delîduman destnîşan kir ku ji pîlot û heta kesênku fermana “lêbixe” diyar in û got ku evane hemû di nava qeyîdên dewletê de hene. Prz. Deliduman axaftinên xwe wiha domand; “Lê notirvanên sermayeyê bi israr hewl didin ku vê yekê veşêrin. Di dema veşartina vê yekê de li gorî qanûnên ku wan bi xwe danîne jî tevnagerin. Ji ber ku delîlan vedişêrin.”
Prz. Delîduman gotina “Ger bi saxî bi hatiban girtin dê bihatan darizandin” a Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn nirxand û got; “Ev sînorê dawî yê bêşermiyê ye.” Parêzer Delîduman destnîşan kir ku heta neyên girtin mirov nikare wana weke “qaçaxçî” bi nav bike û got ku ji kesên fermana komkujiyê dane û heta yên van daxuyaniyan de hemû tawanbar in.
DYA’YÊ HÎNA BERSIV NEDAYE PIRSAN
Delîdûman daxuyaniya “Ger tazmînat be, me tazmînat da” ya rayedarên dewleta Tirk nirxand û got; “Gel mirov dikare can û ruhê mirovan bi pere bipîve?” û wiha domand; “Mafê jiyanê yê mirovan bi tu bedelan nayê kirîn!”
Delîdûman got ku wana di 4’ê hezîranê de ji Sefaretxaneya DYA’yê ya li Enqereyê pirsên weke “We ev fermana kê, daye kîjan cihî, we bi kîjan mafî vê fermanê daye?” pirsîne, lê heta niha bersiva pirsên wan nehatine. Delîduman destnîşan kir ku wana di heman rojê de ji Serdozgeriya Raye Taybet a Amedê jî xwestiye ku biryara nepeniyê ya li ser lêkolîna bûyerê rabike.
‘EM Ê RABIN Û RÛNIN BÊJIN QILABAN’
Prz. Delîduman got; “34 kesên sivîl tên kuştin, lê tu kesek nayê darizandin” û bal kişand ku bi hinceta li Qeymeqamê Qilabanê Naîf Yavuz xistine, 4 kesan bi awayeke neheq girtine û got ku miwekîlê wî Ferhat Encu jî heta niha 3 caran hatiye binçavkirin. Parêzer bi bîr xist ku di her carekê de dibêjin “biborîne, bi şaşitî çêbû” û wî serbest berdidin. Delîduman wiha domand; “Miwekîlê min 11 xizmên xwe di komkujiyê de wenda kir û di lêgerîna edaletyê ye. Ji bo çavê Ferhat bitirsînin wî binçav dikin. Dixwazin jêre bêjin ‘em kengî bixwazin em ê te bigirin’. Lê em li hemberî vana hemûyan bibêjin: Rabin û rûnin bêjin Qilaban.”
Prz. Delîdûman destnîşan kir ku Komkujiya Roboskiyê denê Kurdan eleqeder nake û got ku ew ê vê mijarê bibin platformên navneteweyî.
Delîduman ragihand ku di sala par de welatiyê bi navê Hîkmet Çetîntaş bi 5 gulleyên leşkeran hat kuştin û gotin “Me got qey terorîst e, bi xeletî çêbû” û tu kes nehatin darizandin.
Prz. Delîdûman bal ser bûyer û pêkanînên di Girtîgeha Pozantiyê de li hemberî zarokên Kurd pêk hatin û got; “Dewlet berpirsên vana ceza nake û diparêze.”
PIŞTÎ KOMKUJIYÊ ÇI QEWIMÎ?
-Di roja sêyemîn a komkujiyê de parçeyên ji ber komkujiyê mabûn, ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin û xwestin belgeyên komkujiyê ji holê rabikin.
-Bi hinceta li qeymeqam xistine, ji 5 kesên hatin binçavkirin 4 kes hatin girtin. Û bi îdîaya “bi zanebûn hewl dane mirov bikujin” bi daxwaza ji 8 salan û jortir tên darizandin.
-Ferhat Encuyê ku di komkujiyê de 11 xizmên xwe wenda kir, ji ber ku li edaletê digere, heta niha 3 caran ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.
-Servet Encu ku bi saxî ji komkujiyê filitî, ji ber ku ji çapemeniyê re axivî, bi gefan re rû bi rû ma û neçar ma koçberê Başûrê Kurdistanê bibe.
-Cerdevanên xizmên kesên di komkujiyê de hatin kuştin, bi hinceta dest bi wezîfeya xwe nekirine, hatin tehdîtkirin.
- Her çendî 5 meh bi ser komkujiyê re derbas bûn, tu berpirsek a/ê komkujiyê nehatin aşkerekirin, ji bilî guhertina cihê fermandarekî, tu kesek ji peywirê nehatin girtin.