Gel ber bi Newroza Stenbolê ve diherike
Şêniyên li Stenbolê ji bo pîrozbahiya Newrozê ber bi Qada Yenîkapiyê ve diherikin.
Şêniyên li Stenbolê ji bo pîrozbahiya Newrozê ber bi Qada Yenîkapiyê ve diherikin.
Li Stenbolê navnîşana pîrozbahiya îsal a Newrozê Qada Yenîkapiyê ye. Newroz wê bi dirûşma "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" bê lidarxistin.
Li qadê platformeke mezin hate danîn. Platform bi dirûşmên Newozê û posterên bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî" hate xemilandin. Li her du aliyên platformê du ekranên LED hate danîn.
Ji Aksaray Mero, Marmaray û Samatyayê gel ber bi qadê ve diherike.
Bi hezaran kes bi şalên bi rengê kesk, sor, zer û kincên gelêrî ber bi nuqteyên kontrolê ve diherikin. Li qadê dirûşma 'Bijî Serok Apo" tê qîrîn. Kesên beşdarî pîrozbahiyê dibin, li bendên kontrolê govendê digerînin.