Welatiyê bi navê Çayan Bîrben ê ku li Yalovayê di mudaxeleya polîsan a bi bombeyên gazê ket komayê jiyana xwe ji dest da.
Welatiyê bi navê Çayan Bîrben (31) ê ku nexweşê astim ê ku li Yalovayê xwest ku şerê di navbera 2 koman de cuda bike ji ber bombeyên gazê yên polîsan di dema bûyerê de bikaranîn nerehet bû û rakiribûn nexweşxaneyê. Bîrben ê ku li beşa lezgînî dihate girtin jiyana xwe ji dest da.
Alîkarê Serokê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, diyar kir ku gaza îsotan dibe sedema mirinan û mijarê bir rojeva Meclîsa Tirkiyeyê. Tanrikûlû di pêşniyarpirsa bi daxwaza Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn bibersivîne da Meclîsê de diyar kir ku bi lêkolînên zanistî hatiye piştrastkirin ku gaza îsotê dikuje. Tanrikûlû rewşa bi bîr xist ku ji aliyê Yekitiya Nojdarên Tirk (TTB) ve hatiye piştrastkirin ku mamostayê malnişî Metîn Lokûmcû li Hopayê bi gaza îsotê hatiye kuştin û bal kişand ser rewşa Çayan Bîrben ê 30 salî. Tanrikûlû diyar kir ku bijîşkê Bîrben diyar kiribiye ku sedema mirina wî gaza îstoê ye.
JI BO KUŞTINÊ TÊN KARANÎN
Di 18’ê adarê, di dema pîrozbahiyên Newrozê yên li Stenbolê de, Hacî Zengîn ê BDP’yî ji ber bombeyên gazê jiyana xwe ji dest da. Dîsa, di 27’ê adara 2011 de endama Melcîsa BDP’ê ya Wanê Yildirim Ayhan jî bi bombeya gazê hat kuştin.