Artêşa Tirk, tevî Gabar û Cûdî, 15 herêmên Bakûrê Kurdistanê weke “herêmên demkî yên ewlekariyê” îlan kir.
Di daxuyaniya, di malpera Serfermandariya Artêşa Tirk de cih girt de, hat diyarkirin ku 15 herêmên Bakûrê Kurdistanê 15 herêm weke “herêmên demkî yên ewlekariyê” hatine îlankirin. Ev biryar dê di 7’ê cotmeha 2012 de bikeve meriyetê û heta 7’ê çileya 2013’ê berdewam bike.
Di nava van herêman de, tevî Gabar û Cûdî, Girê Konserve jî cih digire. Cihên li sivîlan hatine qedexekirin ev in:
Çiyayê Gabarê, Çiyayê Gabatr, Çiyayê Yazlica û Guney, Çiyayên Mehmet Yusuf û Meydanê, Çiyayên Încebel, Çiyayên Altin, Çaglayan/Pirinçeken, Buzul, Çiyayê Rejgar, Çiyayên Îkiyaka, Çiyayê Balkaya, Çiyayên Karadad/ Girê Konserve, Çimendagı, Çiyayê Herekol, Kuzeyi, çiyayê Kurşunlu-Goruse, Dîcle û Yassidagi