Fûtbolvan û sendîkavanê berê Metîn Kurt wefat kir

Fûtbolvan û sendîkavanê berê Metîn Kurt wefat kir

Serokê Spor Emek-Sen’ê û fûtbolvanê berê Metîn Kurt, îro li nexweşxaneya lê dihat derman kirin jiyana xwe ji dest da.

Metîn Kurtê kedkarê sporê ku di tîmên Galatasaray û Tîma Netewî ya Tirkan de lîstiye jiyana xwe ji dest da.

Metîn Kurt ku cihek xwe yê cûda ji fûtbolvanên ‘Klasîk’ heyî, di sporê de rêxistin û qayîmbûn armanc dikir. Kurt di heman demê de Serokê Spor Emek-Sen’ê û endamê TKP’ê bû.

Metîn Kurt ku li Nexweşxaneya Samatya dihat derman kirin, di demjimêrên sibehê de jiyana xwe ji dest da.