Hate hînbûn ku şîrketa Nilsate frekansên televîzyonên dewletê yên Suriyeyê betal kirine. Hate gotin ku ev biryar di encama civînek li Misrê de hatiye dayîn.
Şîrketa Nilsate ya weşanên satalaytê, îro frekansên televîzyonên dewletê yên Suriyeyê betal kirin. Li ser vê yekê televîzyonên ku weşanên wan hatin rawestîn, ji şîrketên nû frekans girtin.
Hate hînbûn ku biryara betalkirina frekansan, di encama civînek li Misrê hatiye lidarxistin de hatiye dayîn. Tê gotin ku civîn mehek beriya niha bi beşdariya nûnerên dewletên ereban û piştgiriya Amerîkayê li paytexta Misrê Qahîreyê hatiye lidarxistin. Di civîna ku zêdekirina pêkutiyên li ser Suriyeyê hatin nîqaşkirin de, biryar hate dayîn ku frekansên televîzyonên dewleta Suriyeyê yên ji şîrketa Nilsate hatine girtin, bêne betalkirin. Wekî tê zanîn şîrketa Nilsate ya dewletê ereban a hevpar e û navenda wê li Misrê ye.
BIRYAR HATIBÛ TALOQKIRIN
Li gorî agahiyan, biryara hatiye girtin, piştre hate taloqkirin. Sedema vê yekê jî wekî hewldanên nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) Kofî Annan ên li Suriyeyê bûn. Lê piştî ku hewldan bê encam man, biryar îro hate bicîhanîn.
WEZÎRÊ ENFORMASYONA SURIYÊ ÇAPEMENIYA BIYANÎ HIŞYAR KIRIBÛ
Di vê navberê de Wezîrê Enformasyonê yê Suriyeyê El Caferî jî, 3 roj beriya niha li Şamê ji bo weşanên çapemeniyê yên biyanî ku li Suriyeyê dixebitin civînek li dar xist û ji ber weşanên wan rexne kiribûn.
WEKÎ PEYAMEKÊ HATE ŞÎROVEKIRIN
Balkêş e ku ev biryara betalkirina frekansên televîzyonan, beriya hatina Nûnerê NY’yê yê Suriyeyê El Axdar El Îbrahîmî hate dayîn. Çav li rê ye ku El Îbrahîmî di nava çend rojan de bê Suriyeyê û lêkolînan bike. Betalkirina frekansan wekî bersivek ji bo wezîrê enformasyonê û peyamek ji bo Suriyeyê hate şîrovekirin.
Li Suriyeyê bi destpêkirina bûyeran re di çapemeniyê de 2 nêzîkahî xwe didin der. Yek nêzîkahiya ku dixwaze rejîmê hilweşîne û li şûna wê rejîmek îslamî ava bike. Televîzyonên wekî El Erebiye û El Cezîre, frsans 24 Erebî SKY News û BBC Erebî di vê çarçoveyê de weşanê dikin. Li aliyê din jî televîzyonên dewletê hene û statukoya heyî di parêzin. Wekî ku tiştek tuneye weşanê dikin. Lê tişta derdikeve pêş jî ew e ku herdu alî jî civakê nafikirin. Di nêzîkahiya herdu aliyan de jî civak zirarê dibîne.