Firat Mûnzûr li Înnsbrûckê hat bîranîn

Gokmen Akpolat (Firat Mûnzûr) ê di 25'ê Hezîrana 2010'an de li Qaxizmanê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Înnsbrûkc ê Awûstûryayê hat bîranîn.

Di hefteya Şehîd Zîlan de Komîteya Jinê ya Amara, ji bo bîranîna Firat Mûnzûr çalakiyek lidar xist.

Li ser navê malbata Mûnzûr xwişka wî li vir peyivî, qala têkoşîn, jiyan û dilsoziya birayê xwe kir û eşkere kir, ku li bajarekî asîmîlebûyî yê mîna Erzînganê çawa xwedî li Kurdîtiya xwe derketiye.

Hevberdevka Ciwanên Azad a Tîrolê Gulîstan Faraşîn jî bi wesîleya Hefteya Şehîd Zîlan li ser jiyana Zeynep Kinaci axivî.

Merasîma bîranînê bi belavkirina xwarina xêrê bi dawî bû.