Rûniştina doza Seroka Konseya Rêveber a Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ku bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, hat lidarxistin. Dadgehê bi heman îdiayê 2 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Fîncanciyê birî û biryara berdanê da. Piştî biryara berdanê jî Fîncanci ji Girtîgeha Bakirkoyê a Jinan derket. Fîncanci, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Fîncanci piştî ji girtîgehê derket, li ber girtîgehê daxuyanî da.
Fîncanciyê bal kişand ser eleqeya rojnamevanan û got: "Yên nûçe çênekirin, deng ji xwe dernexistin em wan datînin aliyekî." Fîncanci wiha axivî: "Me çi dîtibe, rastî çi be me ew got. Ev berpirsiyariya me parêzvanên mafên mirovan e."
‘EV TÊKOŞÎN, WÊ BI DAWÎ NEBE’
Fîncanci bertek nîşanî cezayê lê hatiye birîn jî da û got: "Ji bo pêşîgirtina li hemû çekan, ji bo qedexekirina bikaranîna wan û ji bo ji holê rakirina wan çi ji destê me bê, em ê bikin. Lewma divê mirov tenê mirovan esas negire. Pêşîgirtina li ber hemû tiştên ku zirarê didin gerdûna me, berpirsiyariya me hemûyan e."
Fîncanciyê diyar kir ku wê têkoşîna wan bidome û got ku ev têkoşîn wê bi dawî nebe.